hevpeyvîna jînda zekîo lu bi sînemavan soner sert re li ser … · 2020. 10. 15. · Çirîya...

20
Y ekîtîya kurdan ji yekîtîya Kur- distanê girîngtir e. Ez ê di vê gotarê de mijara çima ev yekîtî wekî pêşşertekê derdikeve pêşîya yekîtîya Kurdistanê, gengeşî bi- kim. Berî her tiştî qesta min a ji kurdan ne nasname û sazîyeke yeksan e, berevajî ez diparêzim ku kurdîtî pêvajoyeke li ser kate- gorîyên curbicur yên wekî polîtîk, çînî, ‘sinorî’, dînî, mezhebî, kulturî, zimanî û hwd. bilind dibe; pêvajo- yeke guherbar, dînamîk û pirpar- çeyî ye. Hîn zêdetir ez vê yekê jî diparêzim: têgiha ku kurdîtîyê dadixîne avadanîyeke polîtîk a aşkere, dîn û mezheb, grûbên kir- yaran, sermayeya zimanî û kulturî tu feydeya wê ji yekitîya kurdan re tuneye; beravajî pêkanîna nasna- me û neteweparêzîya mînor, gru- bên menfaatê û serdestîya moralî parçebûn û cudabûna di navbeyna kurdan de kûrtir dike. Di nava kurdan de têgiheke ku bi awayekî belavbûyî tê çavdêrîkirin heye. Li gorî vê têgihê ‘Kurdistan 4 parçe ye’. Lê li gorî nêrîna min ‘Kurdistan paramparçe ye’ û ev rewşa parçebûna wê, îşareta cu- dabûn û parvebûneke ji sînorên netewe-dewletê wêdetir e. Her çiqas beşek ji vê parçebûnê ji en- cama rasteqînîya tarîxî û sosyolo- jîkî ya ‘çar parçebûyî’ pêk hatibe jî, jihevcudabûna kurdan bi vê yekê re sînordar nîne û ev parçebûn û cudabûyîn her diçe zêdetir dibe. Ancax bir metoda, li ser tewereke (eksen) nû jinûveavakirina te- sewira kurdîtîyê, dikare pêşî li vê yekê bê girtin. Ev tewere jî, ji ak- torên polîtîk yên kurdan zêdetir, dikare bi hewla takekesên kurdan pêk were. Helbet qesta min a ji vê tesbîtê, sedema bê tesîrbûna ak- torên polîtîk yên kurdan nîne, ez vê yekê naparêzim. Berevajî, ak- torên polîtîk ên kurdan û sazîyên wan dikarin ji bo pêkhatin û be- lavbûna vê tesewira nû bibin alî- kar. Lê belê terza sîyaseta heyî destûr nade ku di nava aktorên B i rîska ku kêfa orîentalîzmê cardin bireve, divê bê gotin ku di jîyana şaristanîya kevnar a kurd-îranîyan de têgeha subjectê heye. Dîroka felsefeyê jê bêşik û bêgu- man e ku “Xwenasîn” di dema Sokratî de dest pê kirîye, têgeha subjectê jî cara pêşîn bi Descart û Kantî re, di navbera sedalên 15- 17an de dest pê kirîye ku ev wekî guhertina dîrokî ya radîkal a mi- rovî û jîyana sosyal kirîye, bi goti- neke din, medenîyeta nûjen bi wê re rû daye. “Hoshengha” di zimanên kevn ên îranî-kurdî de wekî “xwezanîn, subject” hatîye bikaranin, di Aves- tayê de ji roleke wê ya girîng heye. Gotina Hoşeng di nava kurdan de wekî navê kesan hatîye parastin, lê çawa ji wateya we ya kevnar dîyar dibe, ew wekî tegeheke sûbjectî hatîye bikaranin. Gotina Hoş di zimanê kurdî û zi- manên îranî de, dikare hem were wateya “Hiş” û hem ji Xwe”yê, ew jî ji alîyê xwe ve pir balkeş e; xwe-bûn û hiş-bûn bi hevdu ve giredayi ne... Hoşeng bi hişê xwe navenda livîna hebûna xwe ye. Belê, di zimanê kurdî de Hoşeng ya ku wekî nav maye, di rastîyê de, bi “Hoshengha” ya di zimanên îranî yên kevn de di heman wa- teyê de ye. Di zimannasîyê de di cihê subjectê de, di kurdî de gotina kirde” bi kar tînin, lê, di wateya felsefîk û sosyolojîk de kirde” teqez cihê “subject”ê nagire, ji ber ku “kirde” weke faîl, kare bi liveke “der-xwe” be, tevgera wê ne bi hişê xwe be, ne wekî “Xwe” û bi “Hiş”a xwelivîna ku taybetmendîya sere- ke ya “subject”ê ye. Hişê kirde kare kolonyal be, hişê xwe wekî wesayet radane hine- kan bike, zanîn û hişmendîya wê girêdayî be, lê ya subjectê, çawa ku em di têgeha kevnar a kurdî de jî dibînin, ew girêdayî bi “hiş” û “xwe-bûn”ê ye. Heya bi rexneyeke bi argumanên rasyonel ji alîyê zimannas û zanya- ran ve neyê, ez ê gotina “Hoşeng” wekî têgeheke di cihê subjectbûnê (kirdarbûnê) de bi kar bînim. Lê, divê em tomarkirineke giring ya din bikin ji bo ku rewşa xwe ze- lal bikin; tevî ku hizr û bawerîyên universal a medenîyeta semawî bi peyamnêrê pêşîn ê wekî Zerduşt dest pê kirîye, Kurd di medenîye- ta serdestîya dînên semawî de, her li derve û li kenarê mane, carina wekî pir, carina jî wekî bi şiro- veyên xwe yên cihê... Dibe ku wekî dualîst, lê, ne miso- ger dîkotomîk... Bêguman, kultureke li derveyî her du medenîyetên unîversal (ya îmanê û ya logos-navendî ya rojavayî) bimîne, tesewurên ku li ser te li dinê serdest bin, dê ew tesewurên orientalîstî û ya semawî bin; yên ku te di dema pêş-moder- nîteyê de wekî yên kultura azadîya çîyaki, yê der-şaristanîyê bihonin. Ku çavderîyên me li derî wan qa- libên orîentalîst ên logos-sentrîzm û îman-sentrîzmê bin, hingê em dikarin di şîfreyên jîyana azad a çîyayîbûna kurdan de, şop û astên kultur û mentalîteya begzadetîye- ke gîyanî û peşmergetîyeke din- yewî bibînin. Kurd wekî pêşmerge li pêş mirinê ne ji ber garantîkirina dinyayeke din, “xelateke ebedî”, axiret an mîstîzmeke din, lê, ji bo hebûna jîyanê bixwe radiwestîya. Ecêb rasyonel, ewqas jî bi dinyewî; jîyin bi rîska mirinê, wa ye, ji te re hoşengê hebûnê, li yê ku Hegel, Nitsche û Heidegger ewqas bêeman lê digerîyan... *** Ger em Jak Derrida, fîlozofê post- modern a destructionê, guhdar bi- kin, wê gavê em ê bipejirînin, ku sedema veavakirina wan di dîskur- seke dîkotomîk a efendî-koletî de, çawa ku kurd tûşê wê bûne, heta derekê kurd bixwe gunehbar e; ji ber ku, Jak Derrida jî wekî Nitsche û gelekên din îdia dike ku şêweya hizirkirina dubendîtî ya di me- denîyeta Rojavayê de ji manîheîz- mê, an ku ji “dinyayeke jibîrkirî” a kurd-îranîyan tê. Ew hizirkirina Tehakum û hegemonîyaya tirkayetîyê li ser esasê zanîneke sexte ya kolonîkirî hatîye avakirin. Modernîzasyona tirkan dema ku bi rêya elîteke xwende yên sivîl, bi taybetî esker bi zora îradeya sîyasî û îdeolojîk a bi zorê dihat sepandin wekî enstrûmentalîzekirina hemû nirx û rûmetên medenîyeta mirovahîyê, di heman demê de kurd wekî şaristanîyeke otantîk ê hezarsalîn di nava pêvajoyên sosyal- navend de, di nava livandineke nûjenîya xwe ya sosyal a resen û xweser de dijîya. Ji bo yekîtîya kurdan sê pêşnîyar Mehmet Kurt* ___________________ Hevpeyvîna Jînda Zekîoğlu bi sînemavan Soner Sert re li ser sînemaya kurdî. R. 19 Çirîya Pêşîn 2020 - Hejmar 56 www.diplo-kurdi.com [email protected] 2 0 Rûpel R. 4, 5-6 R. 7, 8-9 R.11 R. 12,13-14 R. 15, 16-17 Anne-Cécile Robert Ev hebûna leşkerî, ku li pêşîya berfirehbûna bêewlebûna li herêmê nikare bibe asteng, dibe sedemê mezinbûna hêrsa welatîyan. 6ê nîsana 2019an, 10 000 kesî li Bamakoyê, bi taybetî jî li dijî Barkhane xwepêşandan pêk anî... Evgeny Morozov Bi avakirina torên teleragîhandinê li welatên başûr, ew di nav têkilîyeke girêdayîbûnê ya kûr de derî li ser wan digre, bi vî awayî jî beşdarî «dîplomasîya deynkirinê» ya Pekînê, bi taybetî jî bi rîya projeya wê ya «rîyên nû yên hevrîşim» dibe... Alain Gresh Ew bi vê taybetmendîya xwe, ne tenê dibe sembola têkoşîna li dijî dagirkerîya bîyanî ya li Misirê, lê herweha dibe vîneke, qismen serneketî, sazkirina welatekî ku ketibû nava pêvajoya qutbûna ji pergala navneteweyî ya serdest... Vaiju Naravane Ji ber ku di navbera her du alîyan de asîmetrîyeke stratejîk, operasyonel û aborî ya girîng heye, hege alozî weha berdewam bike -belkî ev wekî sekneke piştguhkirî bête nirxandin- dibe ku hêzên leşkerî yên her du terefan bikevin bin tansîyoneke cidî... Jacques Bouveresse Gava mirov dikeve pey nêçîra tiştê ku felaketeke wekî ya Şerê Yekemîn a Cîhanê mimkin kirîye, divê bi taybetî nirxandina li ser hejmarek karakterîstîkên hev-temamker û egerên bingehîn ji ber çavan neyê dûrxistin... diplomatique diplomatique MONDE LE kurdî Nerînên sexte ên li ser kurdan Ku Rojekê Hilweşin... As.Prof.Yaşar Abdülselamoğlu* _________________________ Bahaîden.- Ji 14 paceyan bayê şevê , teknîka tevlihev li ser tuwalê 8, 220 x 190 cm, 2020 Ev rewş têgeheke kurd û Kurdistanî ya li ser bingeha serokperestî û fanatîzma partîyê bilind dibû, derxist holê. Helbet ev rewş ji serokperestî û têgeha rizgarker a Rojhilata Navîn serbixwe nîne. Lê belê Mûsayê rizgarker yê ku kurd li bendê ne, dê neyê! Divê her kurd xwe ji Mûsaperestîya rizgarker xelas bike, di nav mercên xwe de ji bo azadîbûn, piştgirî û bi armanca avakirina pira dîyaloga bi kurdan re çalak be. R. 2 R. 3 Bahaîden.- Ji 14 paceyan bayê şevê , teknîka tevlihev li ser tuwalê 3, 220 x 190 cm, 2020

Upload: others

Post on 01-Feb-2021

1 views

Category:

Documents


0 download

TRANSCRIPT

  • Yekîtîya kurdan ji yekîtîya Kur-distanê girîngtir e. Ez ê di vê gotarê de mijara çima ev yekîtî wekî pêşşertekê derdikeve pêşîya yekîtîya Kurdistanê, gengeşî bi-kim. Berî her tiştî qesta min a ji kurdan ne nasname û sazîyeke yeksan e, berevajî ez diparêzim ku kurdîtî pêvajoyeke li ser kate-gorîyên curbicur yên wekî polîtîk, çînî, ‘sinorî’, dînî, mezhebî, kulturî, zimanî û hwd. bilind dibe; pêvajo-yeke guherbar, dînamîk û pirpar-çeyî ye. Hîn zêdetir ez vê yekê jî diparêzim: têgiha ku kurdîtîyê dadixîne avadanîyeke polîtîk a aşkere, dîn û mezheb, grûbên kir-yaran, sermayeya zimanî û kulturî tu feydeya wê ji yekitîya kurdan re tuneye; beravajî pêkanîna nasna-me û neteweparêzîya mînor, gru-bên menfaatê û serdestîya moralî parçebûn û cudabûna di navbeyna kurdan de kûrtir dike.

    Di nava kurdan de têgiheke ku bi awayekî belavbûyî tê çavdêrîkirin

    heye. Li gorî vê têgihê ‘Kurdistan 4 parçe ye’. Lê li gorî nêrîna min ‘Kurdistan paramparçe ye’ û ev rewşa parçebûna wê, îşareta cu-dabûn û parvebûneke ji sînorên netewe-dewletê wêdetir e. Her çiqas beşek ji vê parçebûnê ji en-cama rasteqînîya tarîxî û sosyolo-jîkî ya ‘çar parçebûyî’ pêk hatibe jî, jihevcudabûna kurdan bi vê yekê re sînordar nîne û ev parçebûn û cudabûyîn her diçe zêdetir dibe. Ancax bir metoda, li ser tewereke (eksen) nû jinûveavakirina te-sewira kurdîtîyê, dikare pêşî li vê yekê bê girtin. Ev tewere jî, ji ak-torên polîtîk yên kurdan zêdetir, dikare bi hewla takekesên kurdan pêk were. Helbet qesta min a ji vê tesbîtê, sedema bê tesîrbûna ak-torên polîtîk yên kurdan nîne, ez vê yekê naparêzim. Berevajî, ak-torên polîtîk ên kurdan û sazîyên wan dikarin ji bo pêkhatin û be-lavbûna vê tesewira nû bibin alî-kar. Lê belê terza sîyaseta heyî destûr nade ku di nava aktorên

    Bi rîska ku kêfa orîentalîzmê cardin bireve, divê bê gotin ku di jîyana şaristanîya kevnar a kurd-îranîyan de têgeha subjectê heye.

    Dîroka felsefeyê jê bêşik û bêgu-man e ku “Xwenasîn” di dema Sokratî de dest pê kirîye, têgeha subjectê jî cara pêşîn bi Descart û Kantî re, di navbera sedalên 15-17an de dest pê kirîye ku ev wekî guhertina dîrokî ya radîkal a mi-rovî û jîyana sosyal kirîye, bi goti-neke din, medenîyeta nûjen bi wê re rû daye.

    “Hoshengha” di zimanên kevn ên îranî-kurdî de wekî “xwezanîn, subject” hatîye bikaranin, di Aves-tayê de ji roleke wê ya girîng heye. Gotina Hoşeng di nava kurdan de wekî navê kesan hatîye parastin, lê çawa ji wateya we ya kevnar dîyar dibe, ew wekî tegeheke sûbjectî hatîye bikaranin.

    Gotina Hoş di zimanê kurdî û zi-manên îranî de, dikare hem were wateya “Hiş” û hem ji “Xwe”yê, ew jî ji alîyê xwe ve pir balkeş e; xwe-bûn û hiş-bûn bi hevdu ve giredayi ne... Hoşeng bi hişê xwe navenda livîna hebûna xwe ye.

    Belê, di zimanê kurdî de Hoşeng ya ku wekî nav maye, di rastîyê de, bi “Hoshengha” ya di zimanên îranî yên kevn de di heman wa-teyê de ye. Di zimannasîyê de di

    cihê subjectê de, di kurdî de gotina “kirde” bi kar tînin, lê, di wateya felsefîk û sosyolojîk de “kirde” teqez cihê “subject”ê nagire, ji ber ku “kirde” weke faîl, kare bi liveke “der-xwe” be, tevgera wê ne bi hişê xwe be, ne wekî “Xwe” û bi “Hiş”a xwelivîna ku taybetmendîya sere-ke ya “subject”ê ye.

    Hişê kirde kare kolonyal be, hişê xwe wekî wesayet radane hine-kan bike, zanîn û hişmendîya wê girêdayî be, lê ya subjectê, çawa ku em di têgeha kevnar a kurdî de jî dibînin, ew girêdayî bi “hiş” û “xwe-bûn”ê ye.

    Heya bi rexneyeke bi argumanên rasyonel ji alîyê zimannas û zanya-ran ve neyê, ez ê gotina “Hoşeng” wekî têgeheke di cihê subjectbûnê (kirdarbûnê) de bi kar bînim.

    Lê, divê em tomarkirineke giring ya din bikin ji bo ku rewşa xwe ze-lal bikin; tevî ku hizr û bawerîyên universal a medenîyeta semawî bi

    peyamnêrê pêşîn ê wekî Zerduşt dest pê kirîye, Kurd di medenîye-ta serdestîya dînên semawî de, her li derve û li kenarê mane, carina wekî pir, carina jî wekî bi şiro-veyên xwe yên cihê...

    Dibe ku wekî dualîst, lê, ne miso-ger dîkotomîk...

    Bêguman, kultureke li derveyî her du medenîyetên unîversal (ya îmanê û ya logos-navendî ya rojavayî) bimîne, tesewurên ku li ser te li dinê serdest bin, dê ew tesewurên orientalîstî û ya semawî bin; yên ku te di dema pêş-moder-nîteyê de wekî yên kultura azadîya çîyaki, yê der-şaristanîyê bihonin.

    Ku çavderîyên me li derî wan qa-libên orîentalîst ên logos-sentrîzm û îman-sentrîzmê bin, hingê em dikarin di şîfreyên jîyana azad a çîyayîbûna kurdan de, şop û astên kultur û mentalîteya begzadetîye-ke gîyanî û peşmergetîyeke din-yewî bibînin.

    Kurd wekî pêşmerge li pêş mirinê ne ji ber garantîkirina dinyayeke din, “xelateke ebedî”, axiret an mîstîzmeke din, lê, ji bo hebûna jîyanê bixwe radiwestîya. Ecêb rasyonel, ewqas jî bi dinyewî; jîyin bi rîska mirinê, wa ye, ji te re hoşengê hebûnê, li yê ku Hegel, Nitsche û Heidegger ewqas bêeman lê digerîyan...

    ***

    Ger em Jak Derrida, fîlozofê post-modern a destructionê, guhdar bi-kin, wê gavê em ê bipejirînin, ku sedema veavakirina wan di dîskur-seke dîkotomîk a efendî-koletî de, çawa ku kurd tûşê wê bûne, heta derekê kurd bixwe gunehbar e; ji ber ku, Jak Derrida jî wekî Nitsche û gelekên din îdia dike ku şêweya hizirkirina dubendîtî ya di me-denîyeta Rojavayê de ji manîheîz-mê, an ku ji “dinyayeke jibîrkirî” a kurd-îranîyan tê. Ew hizirkirina

    Tehakum û hegemonîyaya tirkayetîyê li ser esasê zanîneke sexte ya kolonîkirî hatîye avakirin. Modernîzasyona tirkan dema ku bi rêya elîteke xwende yên sivîl, bi taybetî esker bi zora îradeya sîyasî û îdeolojîk a bi zorê dihat sepandin wekî enstrûmentalîzekirina hemû nirx û rûmetên medenîyeta mirovahîyê, di heman demê de kurd wekî şaristanîyeke otantîk ê hezarsalîn di nava pêvajoyên sosyal-navend de, di nava livandineke nûjenîya xwe ya sosyal a resen û xweser de dijîya.

    Ji bo yekîtîya kurdan sê pêşnîyar

    Mehmet Kurt*___________________

    Hevpeyvîna Jînda Zekîoğlu bi sînemavan Soner Sert re li ser sînemaya kurdî. R. 19

    Çirîya Pêşîn 2020 - Hejmar 56 www.diplo-kurdi.com • [email protected] 2 0 Rûpel

    R. 4, 5-6 R. 7, 8-9 R.11 R. 12,13-14 R. 15, 16-17

    Anne-Cécile RobertEv hebûna leşkerî, ku li pêşîya berfirehbûna bêewlebûna li herêmê nikare bibe asteng, dibe sedemê mezinbûna hêrsa welatîyan. 6ê nîsana 2019an, 10 000 kesî li Bamakoyê, bi taybetî jî li dijî Barkhane xwepêşandan pêk anî...

    Evgeny MorozovBi avakirina torên teleragîhandinê li welatên başûr, ew di nav têkilîyeke girêdayîbûnê ya kûr de derî li ser wan digre, bi vî awayî jî beşdarî «dîplomasîya deynkirinê» ya Pekînê, bi taybetî jî bi rîya projeya wê ya «rîyên nû yên hevrîşim» dibe...

    Alain GreshEw bi vê taybetmendîya xwe, ne tenê dibe sembola têkoşîna li dijî dagirkerîya bîyanî ya li Misirê, lê herweha dibe vîneke, qismen serneketî, sazkirina welatekî ku ketibû nava pêvajoya qutbûna ji pergala navneteweyî ya serdest...

    Vaiju NaravaneJi ber ku di navbera her du alîyan de asîmetrîyeke stratejîk, operasyonel û aborî ya girîng heye, hege alozî weha berdewam bike -belkî ev wekî sekneke piştguhkirî bête nirxandin- dibe ku hêzên leşkerî yên her du terefan bikevin bin tansîyoneke cidî...

    Jacques BouveresseGava mirov dikeve pey nêçîra tiştê ku felaketeke wekî ya Şerê Yekemîn a Cîhanê mimkin kirîye, divê bi taybetî nirxandina li ser hejmarek karakterîstîkên hev-temamker û egerên bingehîn ji ber çavan neyê dûrxistin...

    diplomatiquediplomatiqueMONDELE

    kurdî

    Nerînên sexte ên li ser kurdan

    Ku Rojekê Hilweşin... As.Prof.Yaşar Abdülselamoğlu*

    _________________________

    Bahaîden.- Ji 14 paceyan bayê şevê, teknîka tevlihev li ser tuwalê 8, 220 x 190 cm, 2020

    Ev rewş têgeheke kurd û Kurdistanî ya li ser bingeha serokperestî û fanatîzma partîyê bilind dibû, derxist holê. Helbet ev rewş ji serokperestî û têgeha rizgarker a Rojhilata Navîn serbixwe nîne. Lê belê Mûsayê rizgarker yê ku kurd li bendê ne, dê neyê! Divê her kurd xwe ji Mûsaperestîya rizgarker xelas bike, di nav mercên xwe de ji bo azadîbûn, piştgirî û bi armanca avakirina pira dîyaloga bi kurdan re çalak be.

    R. 2 R. 3Bahaîden.- Ji 14 paceyan bayê şevê,

    teknîka tevlihev li ser tuwalê 3, 220 x 190 cm, 2020

  • dîkotomîk a ku di bikaranîna wê ya kolonyal de hiş û xwezanîna kurdan wekî ê din ji alîyê tirkîtîyê ve hatîye honandin.

    Rast e ku hizirkirina dîkotomîk di nava kurdan de hebû û ew lêve-geranek, rikoşêtek kir û li kurdan xist: di encama wê nêrînê de, em wekî yê “negatîva tirkbûnê” ya ku xwe wekî yê qenc, rasyonal, me-denî û hwd. pêşkeş dikin û didin qebûl kirin...

    Di şerê bi DAEŞê re, bi hebûna pêşmerge, kurdan careke din pe-yamek dan dinyayê, ku li vir pa-rezerê hebûnê hene ku ji bo yên ku tesewura wê ew bû ku ew li ser çîyayî ne, ji ber ku li pey azadîya wehş û bes xwezayî ya çîyayî ne.

    ***

    Tirkayetî wekî îdeolojîyeke hege-monîk a kolonîkirina hişê kurdan xwenasîneke sexte, li ser kurdan avakirîye.

    Li gor wê têgihiştinê, bergeha dîrokê bi rêgeha tirkayetîyê hatî-ye guhertin. Her tiştên berî tirka-yetîyê êdî di dîroke de mane, bi ha-tin û serdestbûna tirkayetîyê dîrok di wê heremê de ber bi dawîbûnê ve diçe. Di roja me ya îro de, li derveyî wê pergal û nîzama dîrokî, hinek kaos û gelşe henin ku berge-ha dîrokê ber bi serrastkirina wê, ji hole rakirina ên der tirkayetîyê re dimeşe. Dewlet-neteweya ho-mojen a mezin û tunekirina şakî (eşqîya), terorîst û ên der-medenî-yetê, cihêtîyên rêgeha wê prosesa pîroz in.

    Tirkayetîyê li hember kurdan sê metod bi kar anîn:

    1. Nasandina wan wekî yên der-nîzama “rasyonel” û “medenî” – şeytanîkirin.

    2. Qetlîam, di demên kirîtîk de.

    3. Asîmîlasyon.

    Ya sêyem li hember kurdan strate-jîya sereke bû, ji ber ku wan, kurd

    ji ber “şerîata biratîyê ya misilman-tîyê di osmanîyê de” wekî “tirkên pêşerojê” (Mesut Yeğen) didîtin, ji ber ku bikaranîna “îcazeta berê ya dewrana misilmantîyê” di dema niha de bi tenê bi heman şêweyî bi tirkayetîyê mimkin dibû. Di dema osmanîyê de ên bibin misilman xwedî îcazet û statûyeke serwerî bûn, niha jî di cihê misilmantîyê de têgeha tirkayetîyê hatîbû biîca-zetkirin, ên bibin tirk ew ê “mûtlû” û serfiraz bibin, lê ên ku wê qebûl nekin, wekî dij-pergala “muasir-medenîyet” wekî yên xerab bên mohrkirin û mafê hebûna wan a xweşengîya kultur, nasnameyî we

    bên tunekirin. Ên li derveyî vê rê-geha tirkayetîyê bin, ne xwedî maf in, ji ber ku ew ne bi pergala “mu-asir medenîyetê” re ne.

    Tirkayetî tevî ku ji ser taybetmen-dîyên etnîkî yên tirkmenî felan xwe veavadike, lê, hez, meşrûîyet û hoşengbûna (kirdarbûn) xwe bi ser dîskûrsa temsîlîyeta “muasir medenîyet” wekî rewa dide qebûl-kirin.

    Tehakum û hegemonîyaya tirka-yetîyê li ser esasê zanîneke sexte

    ya kolonîkirî hatîye avakirin. Mo-dernîzasyona tirkan dema ku bi rêya elîteke xwende yên sivîl, bi taybetî esker bi zora îradeya sîyasî û îdeolojîk a bi zorê dihat sepan-din wekî enstrûmentalîzekirina hemû nirx û rûmetên medenîye-ta mirovahîyê, di heman demê de kurd wekî şaristanîyeke otantîk ê hezarsalîn di nava pêvajoyên sos-yal-navend de, di nava livandine-ke nûjenîya xwe ya sosyal a resen û xweser de dijîya. Temenê hestên neteweperwerîyê jî, ya rola takeke-sî jî, berî ku tirk ji frengan “me-denîyetê” fêr bibin, di nava kurdan de wekî pêvajo û xwe-livandinên

    xweser dihat dîtin.

    Di prosesa kolonîkirina hişmen-dîya kurdan bi rêya tirkayetîyê de, hedefa îdareya kolonyal ew bû ku, kurdan li prosesa netewebûnê jê bibe. Vê yekê bi xurtî bi Tenzîmata Osmanîyan dest pê kir û ev 200 sal in, pir bi tîr û têrî û întensîf li ser wê emelîyat tên kirin. Ev serê 200 salan e ku tirkayetî dizaynan dide kurdan, tehakumê wan dike, xwe kirîye hêza hegemon a kolonyal li ser wan, wan ji xweşengîyê daxis-tîyê û pê re jî mafê tehakuma wan

    rewa dike.

    Gava ku li ser asîmîlasyona kur-dan tê axaftin, pispor, zanyarên sîyasetê, sîyasetmedar bêtir behsa hînbûna zimanê tirkî, jibîrkirina zimanê kurdî didin pêş. Sosyolo-jîya asîmîlasyona kurdan di çar-çoveya tirkayetîyê de jê wêdetir e. Asîmîlasyona kurdan hê ji rêgeha sereke ya tunekirina kurdan wekî netewe ye û ew ne bi hêz, der-fet û estetikaya taybetmendîyên etnîkî ya tirkbûnê pêş tê, ew bi îcazetbixwedayina wekî statû-ya serdest a dewlet û nasnameya “ûlûsal” a ku bi medenîyeta muasir û nirxên ûniversal ên wekî hiqûq û demokrasî û “dewleta meşrû” diqewime. Ew bi sîyaseta sîste-matîk a danjibîrkirina hefizeya komelgehî, dîrokî ya kurdan, hê-makirina wan a wekî êdinan, dem-xekirina wan a wekî ên xerab, en der-nîzama ûnîversal a hîqûqan û dinya medenî. Asîmîlasyon di nava kolonîkirina zanîn û hişmen-dîyeke bi vê şêweyê pêk tê. Lewra jî, bi çi awayî be, ev asîmîlasyon, bi tu forma xwe ve nabe bibe bi dilxwazî.

    Di prosesa dîrokî ya sîstema tir-kayetîyê de wekî rêgeh çi şans û derfeta kurdan wekî netewe nepê-kan e. Bingeha sîstema dewleta tirkayetîyê avakirina “tek ulus” [yek netewe] e. Vê rêgehê “türkçü-lük” û tirkbûn veguhastîye kirîye heman tişt. Tirkbûn di dawîyê de tirkçîbûn e. Di daîreya tirkayetîyê de jî di dawîyê de divê bibî tirk. Di encama rêgeha tirkayetîyê de bi “mîllîyetçîtî”yê “türk ulusu” [neteweya tirk] îcad û avakirîye, tirkan mehkûmê sîstemeke dîko-tomik a tirkçîtî-xaîntîyê kirîye. “Xalis-mûxlîs tirk” jî bî, eger “tirk-çî” nebî, sîstem te wekî dijminekî hundirîn mohrê li te dixe. Ev di bernameya veşartî ya Ergenekonê de jî pir bi zelalî hatîye dîyarkirin. Ku ev şêwe tirkbûn-tirkçîbûn îro li Tirkîyeyê wekî nasnameyeke sos-yal înşa dibe, mirov dikare bibêje ku faşîzmeke sosyal, “ulusal-ırkçı-

    Le Monde diplomatique kurdîJi alîyê

    Rûpel Multimedia GmbHve tê weşandin

    Birêveberê GiştîMurat Satik

    Koordînatorê Weşanê Nedîm Baran

    RedaksîyonMahmûd Lewendî

    Nedîm Baran

    Berpirsê Hunerî yên WêneyanHasan Hüseyin Deveci

    DîzaynerRecep MaraşlıFabio Biasio

    Alîkarên vê hejmarê Semra Polat

    Le Monde diplomatique kurdî

    @Diplo_Kurdi

    diplo_kurdi

    Web: www.diplo-kurdi.com E-Mail: [email protected]

    Rûpel Multimedia GmbHErnst-Gnoss-Straße 1

    40219 Düsseldorf, Deutschland

    Hesabê BankayêDeutsche Bank

    DE27 3007 0024 0999 4542 00BIC:DEUTDEDD

    Le Monde diplomatique

    DamezrînerHubert Beuve-Méry

    Birêveberê giştîSerge Halimi

    Sernivîskar Benoit Bréville

    Cîgirên SernivîskarîAkram Belkaïd, Renaud Lambert

    Redaksîyon Martine Bulard, Mona Chollet,

    Philippe Descamps, Evelyne Pieiller, Hélène Richard, Pierre Rimbert,

    Anne-Cécile Robert

    Berpirsa ragihandin û weşanên navnetewî

    Anne-Cécile Robert

    SekreterAnne Callait-Chavanel

    Berpirsa çapêMona Chollet

    Birêveberê hunerîMaria Ierardi

    Boris Séméniako

    DokumentasyonOlivier Pironet

    Navnîşan1, Avenue Stephen Pichon

    F-75013 Paris

    2 ÇIRîYA PÊŞîN 2020 • Le Monde diplomatique kurdî

    Yaşar Abdülselamoğlu / Ku Rojekê Hilweşin... (Dewama R. 1)

    Qesra Spî, îna 4ê îlona 2020î. Sehne kêmtirî nîv deqe didome. (1) M. Donald Trump li pişt maseyeke buroyê rawestîyaye. Li ser maseya wî ya bi rengên zêrîn xemilandî, telefonên ku bi du maseyên din ên biçûk ên tazî ve girêdayî hene. Li pişt yekê, serokê sirbî Aleksandar Vucîc; li pişt ya din, serokwezîrê kosovayî, Avdullah Hotî heye. M. Trump bi rola navbeynkarê aştîyê radibe. Kêfxweşîya wî xwe dide der, li herêmeke ku Yekîtîya Ewropayê heta hingê kontrol dikir, du dijberên ku şerê hev dikirin, mecbûr hiştin li hev werin. Sedemeke din a ku ew ji vê pêkanînê ewçend kêfxweş bû -bi asta ku bawer dike ew ê bi vê yekê re bibe hêjayî xelata aştîyê ya Nobelê- ew e ku bîst sal berê, rêveberîya demokrat a M. William (Bill) Clinton bû ya ku Yûgoslavya berê bombebaran kiribû.

    Û dûre, ji nîşka ve, M. Trump weha diaxive: «Sirbistan biryarê dide ku buroyeke bazirganîyê li Qudusê veke û balyozxaneya xwe jî di tîrmeha bê de veguhezîne wê derê.» Li pişt maseya xwe ya biçûk, serokomar Vucic şaşmayî xuya dike li hemberî vê îlana bê eleqe bi armanca merasîmê re (peymaneke asayî

    ya aborî ya navbera Belgrad û Prîstînayê). Ew awirê xwe dizîvirîne ser belgeya ku ew ê îmze bike û di pey re jî bi haletekî bi endîşe vedigere li şêwirmendê xwe dinêre. Lê êdî zêde zêde dereng e: M. Benjamin Netanyahû, ku wisa xuya ye ji her tiştî agahdar e, hat ew pîroz jî kir…

    Wekî berdêla vê dîyarîya surpîz a ji bo M. Trump û hilbijêrên wî yên protestan ên xwe dane doza kolonîzekirina Filistînê, M. Vucic di cih de lomeyên Yekîtîya Ewropayê kom dike. Yek ji van lomeyan destnîşankirina vê yekê ye ku ev berdêl li dijî sîyaseta wê ya fermî ya têkildarî Rojhilata Navîn e tevî ku Sirbistan bi salan e ji bo bibe endama Yekîtîya Ewropayê adeta li ber digere. Dema ku M. Trump anonsa «îsraîlî» dike, nerazîbûna rayedarekî ewropî digihîje asteke wisa ku êdî kenê xwe bi serokomarê sirbî dike: Balyozê Filîstînê yê li Belgradê jî hêrsa xwe tîne ziman; berdevkê wezareta rûs a karûbarên derve fotoyekî din ê hevdîtina li Waşîngtonê yê ku pir jî ne bi xêr e ji bo M. Vucic, belav dike: vê carê rûniştî li pêşîya hemkarê xwe yê amerîkî û emperyal, serokomarê sirbî dişibe şagirtekî

    tembel ê derketîya hizûra midûrê xwe yê lîseyê. Sê roj şûnde, divê ew pozîsyona xwe ya der barê Rojhilata Navîn de «zelal bike»: «Ji bo em xwe li gorî beyanên Yekîtîya Ewropayê tevbigerin, çi ji destê me bê em ê bikin. Li gel vê yekê, em ê berjewendîyên xwe jî li ber çavan bigirin.»

    Gotin ji kirinê hêsantir e. Nasyonalîstê sirbî yê rasta tundrew, M. Vucic tu nostaljîyeke wî ji bo Yûgoslavyayê tune. (2) Tevî ku di wextê xwe de, li ser dika navneteweyî Josop Broz Tîto cihê xwe digirt. Her çi Kosovo ye, wê jî benên xwe yên bi Sirbistanê ve girêdayî qetandin, lê belê Kosovoyê ev yek kir ji bo ku bibe kolonîya Dewletên Yekbûyî. Di eslê xwe de ev dudilîya adetî ya nasyonalîstan e: wextê ew ji gelên ji alîyê erdnîgarî û çandî ve nêzî wan in diqetin, digihîjin «serxwebûneke» ku berdêla wê gelek caran berê wan dide himbêza hêzên din ên dûr û mezin ên wan biçûk dixin. Ew geh pesnê hêzekê didin, geh pesnê yekê din. Otokratên li dewletên xwe yên biçûk, kengê dertên derve dibin xulam.

    Wergera ji fransî: Baran Nebar

    1)- «Ji serokdewletê sirbî Vucic hat xwestin sefaretxaneya li îsraîlê veguhezîne Qudusê», Euronews, 7 îlon 2020 (li gel wêneyên vê sehneyê)

    2)-Binêrin li nivîsa Jean-Arnault Derens û Laurent Geslin, « Otokratê sirbî ku Bruksel wî dilorîne », Le Monde diplomatique.

    Serxwebûnên sexte Serge Halimi

    ______________

    Bahaîden.- Ji 14 paceyan bayê şevê, teknîka tevlihev li ser tuwalê 6, 220 x 190 cm, 2020

  • lık” [nijadperestîya neteweyî] ber-geha tirkayetîya îro ye jî.

    Çi ambalajên bi gotina “demok-rasî”, “lîberal”, “sosyal”, “misil-man”, “mûhafezekar”, “sosyalîst”, “radîkal”, “kozmopolît” û “multî-kultî” vê prosesa kolonyal a antî-demokrasîyê nikare veşêre, ji tir-kayetîyê re di çarçova wê de çare û alternatîv nîne. Ji ber ku tirkbûna bi destê rêgeha dewletê wekî tirk-çîtîya misoger hatîye înşakirin.

    Kurdan van 50 salên dawîyê, pêşî bi rêgeha “Rizgarîya Neteweyî”, pişt re ji bi Kûmpasa Demokrasîz-mê ketin dawa prosesa texrîpkiri-na prosesên neteweyî ya kurdan. Kûmpasa Demokarasîzmê xwe-nasîna kurdan di nava tirkayetîyê de ye. Ew zanîn xwezanîna xweser nîne, ew xwezanîn zanîneke sexte ya bi hişmendîya kolonyal a tirka-yetîyê ye.

    Yê hişmendîya kolonyal a tirkayetî ye, wekî sexte jihevxistinê bike pêvajoya netewebûna kurdan e. Antî-demokrasîya tirkayetîyê li ser bingeha “tek-neteweyetîyê” ye. Rêgeha tek-neteweyetîyê heya ku esasa dewletbûna tirkayetîyê ye faşizm, antî-demokrasî diktatorî, otorîter yanî varyantên mîsoger ên îdareya tirkîyetîyê bin.

    Ji bo xerakirina rêyên faşizmê, an-tî-demokratbûn û şêt û harîtîyê, di mercên herêmê de yekta alternatîv, alternatîva neteweya din e. Ew jî ji prosesa neteweyîya kurdî pe ve çi yên din nîne. Ne bi tenê ji bo kur-dan, herweha bo her ferqîyetên li daîreya tirkayetîyê de mîsogerîya hebûna wan di sitara kurdbûnê de ye. Kurdbûn di wateya sîyasî de ji bo her tirkên ku dixwazin di nav-bera tirkbûn û tirkçîtîya xwe de sînorekê bikşînin, belê, ji bo wan jî yekane çare ye. Di mercên tirka-

    yetîyê de wekî din her varyantên ku heya niha hatin bikaranîn, li ser rêgeha tirkayetîyê de tek-ne-teweyê wekî qefeseke hesinî înşa dikin. Ji vê qefesa hesinî ya tirka-yetîyê bi kurdbûn û handan û ra-bûna bi prosesa netewebûna kur-ditîyê kare bê xelaskirin.

    Di vê rêyê de gelek gelş henin, lê, derfetên bêhempa jî di vê bergehê de ne.

    Prosesa kurdbûnê wekî bi nezî-kahîyeke medenîyeta sosyal-na-vendî

    Ew ji me re kultur û felsefeyeke

    sîyasî ya din li ser netewebûnê ve-dibêje.

    Xwenasî, hoşengî û qebûlkirin

    Sîyaseta kurdî di hîpnoza axaf-tinên li ser demokrasî û hiqûqê de berê xwe daye qebûlbûnê. Mîzana ku di navbera xwenasî û qebûl-bunê de heye, li ser hesabê xwe-nasîyê berê xwe dane qebûlbûnê. Di vê bergehê de ewqas bi pêş çûn ku êdî çalakîya wan bi refleksa teqqîyeyê jî nikare bê navandin. Ji nasnameya kurdî û ji prosesa netewebûna kurdan, her diçe dûr

    dikevin, daxistina xwenasîyê û împlantkirina temsîlkarên “xwedî îtîbar ji nasnameya serdest” wekî garantîyên qebûlbûnê ji xwe re ki-rine rêgeha sereke. Ew rêgeh texrî-ba proseya netewebûna kurdan e. Lê, teksta wan a texrîbkar di kon-teksta xem û xeyala neteweyî ya kurdî de çêdibe. Di dawîya rojê de rêgeh bi tirkayetîyê wê xelas bibe.

    Ramana komelgehî ya kurdan berdewam bi ser rêgeh û refleksa

    netewetîyê de ye.Kurd wekî rêya guhertina modela herêmê, bi soyal-navendî ji jêr ve ber bi jor, di cihê dewlet-naven-dîtîyê de; di cihê jor ve sepandina ber bi jêr. Di ya yekemîn de ava-kirinên kulturî û sîyasi xwedî bi hebûna xwe ya sosyal a rasteqîne ye, lê di ya duyem de, avakirinên kulturî û sîyasi destkird, naverok vala, sexte dimînin.

    Prosesa pêşketina kultura kurdî di konteksta pêkanîna neteweyi de, ya rastî, tişt di vê herêmê de ew ê li ser “lingên xwe wê were” danîn, hewldan û çalakîyên kulturî, sîyasî bi sosyolojîya xwe ve rû bi rû bibe. Çalakîya neteweyî ya kurdan di 25ê ilona 2017an de, di roja Refe-randûma Serxwebûna Kurdistana Başûr de dîyardeyeke wer honan-dina rastîya sosyalbûnê ji jêr ber bi jor ve ye. Ne sepandina zorbarî ya ji destê dewlet û ordîyê ber bi jêr; li ser komelgeh e, her wekî di kultura sîyasî ya tirkayetîyê de ku di warên “netewe, “nasname”, “demokrasî,”, “welat”,”kultur”, “însanbûn” û hwd. yên ku ji naverokên xwe yên resen yên hebûna sosyalbûnê bi gelş in, dîyar dibin.

    Prosesa demokrasîya tirkayetîya ku di hewldanên xwe yên “Ça-

    reserîya Pirsa Kurdî” de ya ku hertim di konteksta rêgeha “tek-neteweyetîyê” de diqewime, xwe misoger ser bi antî-demokrasîyê re biguhere, di çarçoveya tirkayetîyê de demokrasî bi ontolojîya xwe ya sosyal wer nepêkan e, ji ber ku ew der bi dijmintîya ferqîyetan ve hatîye honandin, berovaji, di dest-pêka sedsala bîst û yekê de prose-seke resen a netewebûna kurdan a hevdem heye, ku kultura avakirina wê jixweber demokratîk e. Ra-bûna kurdbûneke hevdem şans û derfeta seranserê herêmê ye.

    Dawîyê

    Di ve nivîsarê de li ser zanîna ko-lonyal a tirkayetîyê ya ku meşruî-yeta xwe “temsîla” ji her du me-denîyetan werdigire da ku kurdan wekî obje veavabike. Ya ku bin-geha tehakkimkirinê ye. Kurdan wekî “der-medenîyet” înşa dike ku ziman û dîskura wê “gelek xweza-yi” û qebûlbar tê bo hişmendîya medenîyetên rojava û ya îslamî. Di rastîye de jî, ew zanîna li ser kur-dan wekî “ên wehş” zanîneke sexte ye. Berovajî, sosyolojîya dirokî ya kurdan bi dîyardeyên hişmendî-ya hoşengî ve barkirî ye, di nava kurdan de medenîyeteke taybetî ya sosyal-navendî heye, ku kare li herêmê û li dinyayê bibe rêgeh ji bo hebûneke resentir.

    * Haošyaŋha ya ku wekî Xwe-zanîn, zanîn hatîye bikaranîn tê-geheke Avestayî ye, ji Haušyahah a Proto-îranî tê, pêşgira *Hao-, Hu- di wateyên wek “baş, qenc”, û –šyaŋha ji wekî “bijartin” an “”biryar danîn” hatine bikaranîn. Piştre jî wekî di wateya “hilbijarti-na qenc” de hatîye bikaranîn.

    * Zanîngeha Sofyayê

    3ÇIRîYA PÊŞîN 2020 • Le Monde diplomatique kurdî

    Bahaîden.-Horen, boyaxa rûnî û teknîka tevlihev li ser tuwalê, 120 x 91 cm, 2018

    Ji bo yekîtîya kurdan sê pêşnîyar / MehMet KuRt (Dewama R. 1)polîtîk yên kurdan de dînamîkeke weha çalak û aktîf hebe. Aktorên polîtîk ên kurdan jî, bi têgeheke kurdîtîyê ku li ser bingeha îdîayên sabît û serdestîya exlaqê bilind dibe, cudabûna di navbeyna kur-dan de mezintir dikin. Tekane rêya pêşî li vê rûdanê girtin jî ancax dê wisa mimkin be: divê ji nava jîya-na rojane û ji alîgiran dengek û tê-geheke nû geşe pêde da ku aktorên polîtîk ên kurdan mecbûr bimînin pozîsyonên xwe veguherînin. Bar-girên vî zimanî û vê têgeha nû jî, ciwanên kurd in. Baş e, pêkhatina vê têgehê dê çawa mimkin bibe?

    1- Di derheqê Kurdistanê de guherîna xewn û

    xeyalên neteweperestî

    Yek ji arîşe û tevlihevbûna herî girîng a neteweperstîya kurdî te-sewira tarîxî ya di derheqê Kurdis-tanê de ye. Piranîya neteweperes-tên kurdan di rabirdûyê de dijîn. Ew ji sedema zexta ku nikarin ji bo çareserkirina kêşeyên demkî çare-serîya mayînde bibînin, xwe di-parêzin, dewlet û desthilatdarîyên ku kurdan ji berîya tarîxê heta niha ava kirine û ji metodên ça-reserkirinê direvin. Ji bo hinekan îdîaya bidestxistina mafê derheqê Kurdistanê, bi mîrata ku bapîrên wan avakirine û ji wan re hiştine re sînordar e. Ji ber vê yekê hinek ji neteweperestên kurdan bi raserî-yek morala ‘mîratxur’ pasîfîzma

    xwe meşrû dikin. Mînaka vê tîpo-lojîyê bi vê gotina pêşîyan dikare bê îfadekirin: “Ji qantirê [hêstir] dipirsin, bavê te kî ye? Dibêje, xalê min hesp e”.

    Neteweperestê kurdan yê ku xwe parastîye ev raserîya exlaqê, ji bo rexnelêgirtina arîşeyên aktorên polîtîk yên di sîyaseta rojane de rû didin, xwe feda kiriye. Lê ji bo çareserkirin û rêya ji vê arîşeyê xe-lasbûnê jî tu hewlê nîşan nedaye. Argumana wî/wê ya herî mezin mîrata tarîxî ya jê re maye ye, lê ji bo bikaribe vê tarîxê veguhezîne roja îro, pirî caran di destê wî de tu plan û proje tune. Dema hûn bi-

    pirsin ji Deryaya Spî heta bigihîje Kendava Besrayê maf îdîa dike, lê ji Kurdistanê û sînorên wê kêm car derbas bûye. Baş dizane ji kuderê hatîye, lê ji bo bizanibe dê biçe ku-derê di destê wî de planeke bi hûr-gilî tune.

    Veguherîna vê xeyalê ku bingeha xwe ji tarîxê werdigire û avakirina tesewira Kurdistanê li gor şert û mercên ‘îroyîn’ pêwîst e. Ji bo ber-sivdayina pirsa Kurdistan kuderê ye, ji serîlêxistina dema Med, Sela-heddîn an jî Mirîtîyan zêdetir divê neteweperstê kurdî li gor mercên demkî tevbigere; mukelef e bersiva vê pirsê li gorî rewşa îroyîn bide.

    Lewre welatê ku em jê re dibêjin Kurdistan, xwe di jîyana rojane ya kurdan de bi newekhevîyên bin-yadî (strukturelî) dubare-dubare nîşan dide. Ji bo dîtin û nîşandana van newekhevîyan jî, ji refên bi-toz yên arşîvan zêdetir hewcedarî tenê bi statîstîkên derheqê îroyîn û agahdarîyên ji herkesî re vekirîye re heye; hewcadarîyek din tune. Wekî mînak ji bo parçeyek Kur-distanê nexşeyek kalîteya jîyanê bê çêkirin û ev nexşe bi beşa serdest ya wê parçeyê re bê berhevdan, gelo dê encameke çawa derke-ve holê? Ji bo ku bê fêmkirin em bipirsin: ji alîyê kalîteya jîyanê ve herêmên herî paşvemayî yên Tir-kîyeyê kuder in? Ji ber çi sedemê dermanên depresyonê herî zêde li herêma kurdan tên bikaranîn? Nexşeya leza tora înternetê ya Tirkîyeyê bê çêkirin, gelo dê leza înternetê ya herî xirab li kuderê bê dîtin? Çima li herêmên kurdan rêjeya zarokên mirî ji dayik dibin, trawmayên pitikbûnê (bebikbûnê) û her cûre nexweşî li gorî herêmên din yê Tirkîyeyê sê car, pênc car zêdetir e. Di warê bêkarîya ciwa-nan, kalîteya perwerdeyê û wek-hevîya fersendê de herêmên herî xirab kuder in. Çima di her mu-laqatê de ji zarokên kurdan ‘teror’ tê pirsîn? Nexşeya binesazîya Tir-kîyeyê bê çêkirin, dê binesazîyên herî xirab li kîjan herêman bin. Ger xeletî û qebahatek bê kirin karmend dê sirgûnî kuderê bên

    kirin? Karkerên demsalî herî zêde ji kîjan heremê diçin? Li cihê ku diçinê bi miameleyeke çawa re rû bi rû dimînin? Dema sucên nef-retê û şidet li wan bê kirin, çi bi kiryarên van sûcan dibe? Bersivên van pirsan û pirsên bi vî rengî li ser nexşeyekê bê destnîşankirin û newekhevîyên vê nexşeyê bi ren-gan bên nîşandan, gelo li gorî we dê dîmenek çawa derkeve holê?

    Dema xewn û xeyalên netewepe-restê kurdan li dora vê tewereyê bizivire, dê tesîra dengvedanê ji grubeke biçûk û sînordar zêdetir be. Lewre pêwist e, bê têgihîştin û fêmkirin ku Kurdistan xwe di jîya-na her kurdî de wekî newekhevîya binesazî, cudakerî, şideta polîtîk, bêcezayî, nexweşî û her cûre bela û musîbetê nîşan dide. Di jîyana ‘kurdê ne polîtîk’ de jî ceriban-dinên trawmatîk, nexweşîyên psî-kolojîk û newekhevîyên binesazîyê derdikevin holê. Lê ew bi xwe ji ber gelek sedeman nedîtina vê yekê tercîh dike; xwe di bin sîwana îdeolojî, newekhevîyên sinifî, dîn, ummet û bilêvkirinên ‘em hemî wekî hev in...’ de diparêze. Wezî-feya neteweperestê kurdan ji dêl-va ku bi vegotinên wekî ew kurd ‘dejenere bûye, nasnameya xwe wenda kirîye, xwefiroş û tirşîkçî ye’ sûcdar bike, bi armanca ew ji nû ve û ji nû ve rastîyê bibîne, bi vegotinên nû, peydakirina pergal û alavên dîtbarîyê ye.

    Bahaîden.-Ji 14 paceyan bayê şevê, teknîka tevlihev li ser tuwalê 5, 220 x 190 cm, 2020

  • ÇIRîYA PÊŞîN 2020 • Le Monde diplomatique kurdî

    2- Kiryarîya kurdên ji rêzê û di navbera kurdan

    de dîyalog

    Aktorên sîyasî yên kurdan, hinek jî di encama xweferzkirina mer-can de hertim bala xwe dan ser daxwazên bidestxistina mafan û têkoşîna li dijî desthilatdarîyên ku van mafan xesp kirine an jî mi-zakereyên bi wan re tên kirin. Ev rewşa ku ji mecburîyeta polîtîka-ya reel pêk tê, qeyrana teslîmîyeta îradeya kurdan her diçe berbiçav dike. Ji alîyekî ve her kurd, têkoşî-na aktorê polîtîk yê difîkîrî ku tem-sîlîyeta wî jî dikir, wekî têkoşîna yekane nirxand û ji xwe re pozîs-yoneke pasîf dest nîşan kir, ji alîyê din ve aktorên polîtîk jî daxwazên maf û têkoşîna azadîyê ji bo zexm-kirina qadên xwe yên desthilatîyê wekî fersendekê nirxandin û bi kar anîn. Ev rewş têgeheke kurd û Kurdistanî ya li ser bingeha serok-perestî û fanatîzma partîyê bilind dibû, derxist holê. Helbet ev rewş ji serokperestî û têgeha rizgarker a Rojhilata Navîn serbixwe nîne. Lê belê Mûsayê rizgarker yê ku kurd li bendê ne, dê neyê! Divê her kurd xwe ji Mûsaperestîya rizgarker xe-las bike, di nav mercên xwe de ji bo azadîbûn, piştgirî û bi arman-ca avakirina pira dîyaloga bi kur-dan re çalak be. Ev çalakî dê bibe hîmeke girîng a yekîtîya kurdan. Divê ev dîyalog ne di navbera ak-toran de, di navbera takekesan de pêk were; divê dîyalog di navbera aktorên polîtîk ên kurdan û ser-destan de nebe, berevajî divê kurd vê dîyalogê di nava xwe de pêk bî-nin. Ango ev yeka dê çawa mimkin be? Di nava cogragrafyaya ewqas parçekirî, jihevcudakirî û rastîya sosyolojîk de dê bi ser keve? Çar-çoveya ku ez li vê derê pêşnîyar dikim stratejîyeke ku dê bikaribe di demeke kin de û ji îro heta sibê pirsgirêkê çareser bike nîne. Bere-

    vajî, divê ev hewldan wekî pêngava yekem a hîmê têkoşîna demdirêj a ku kurd ji bo hebûna xwe bi rê ve dibin, bê nirxandin. Wekî mî-nak çima teşebusên zêdekirina hevûdunasîn û diyaloga di navbe-ra ciwanên kurdan de nayên pê-kanîn?

    Ji bo cîwanên kurdan yên ji çar parçeyan bên cem hev, çima sazî û civata sivîl bernameyên veguhesti-na xwendevanan, kampên havînê, betlane û zîyaretkirinê însîyatîf li dar naxin? Ji bo bîst ciwanên kurd hevûdu zîyaret bikin, li bajarên kurdan bigerin, yekî amedî bikari-be yê duhokî, yekî silêmanîyeyî bi-karibe yê mêrdînî, yê mehabadî bi-karibê yekî qamişloyî zîyaret bike, gelo divê li benda hebûna dewleta kurdan bê sekinîn? Ji bo pêkanî-na diyaloga di navbera kurdan de çima tu kes ji dêlva reçeteyên ça-reserkirina pirsgirêkên mezin, bi projeyên pirsgirêkên ku ji nava jîyana rojane tên û çareserkirina wan jî mimkin e, bawer nake. Gelo dibe ku ev yek ji sedema ku herkes rola Mûsayê xelaskar ji xwe re rewa dibîne, pêk were?

    3- Avakirina hişê kolektîf

    Sermayeya herî mezin a kurdan hişê wan e. Lê belê neteweyên ko-lonîkirî jibîrkirin wekî stratejîyekê pejirandine. Kurdekî/e jirêzê ji bo ku bikaribe jîyana xwe bidomîne, divê pirî caran ji bîr bike, paşçav bike û neyîne hîşê xwe. Xwedîder-ketina li hiş dijwar e, lê pêwist e. Çima bîr û hişê kurdên ku hema hema her roj bi êrişeke sucên nef-retê re rû bi rû dimînin li cihekî berhev nabe? Sûcên ku li dijî kur-dan tên kirin li ser nexşeyên înte-raktîf nayên arşîvkirin û herêmên ku ji bo kurdan ewle an jî xeter in, nayên îşaretkirin? Nexşe û arşîvek înteraktîf a wisa hem ji bo tesbît-

    kirina belavbûyina sûcên li dijî kurdan tên kirin, pêwist e û hem jî dikare di pêvajoya darazîyê de wekî delîl bê bikaranîn. Ji alîyê din ve jî arşîv û nexşeyeke wisa peya-meke bi vî rengî jî îfade dike: Su-cên belavbûyî yên li dijî kurdan tên kirin, nayên ji bîr kirin. Di dahatûyê de dê dîsa werin rojevê û dikarin bibin mijara pêvajoya darazî û lêgerîna edeletê. Profesor û mamosteyek ku di dersa xwe de tehde û heqaretê li xwendevanekî kurdî dike, ger bizanîbe ev kiryar tên arşîvkirin, dê ewqas rehet û bi

    xoyratî hereket neke. Karsazek bi-zanibe li baxçeyê xwe yê findiqan şidet û heqareta ku li karkerên kur-dan dike, di nexşeya şideta li ser kurdan pêk tê de cih bigre, belkî ji encamên gengaz endîşe bike. Kar-sazê ku heq û mafê kedkarê xwe yê kurd dixwe, dê têbigihîje ku do-mandina vê kedxwarîyê ewqas hê-san nabe. Ji bilî vê yekê dê ev nexşe tevkarîya pêkanîna hişmendîya kolektîf a kurdan bike û nîşan bike ku ew ne bi tenê ne. Lewre ji Derya Reş heta Marmarayê, ji Egeyê heta Derya Spî li hemû herêman avahî,

    qahwexane, bar, otel, baxçeyên meyweyan û bostanê sebzeyan bi keda kurdan hebûna xwe didomî-nin. Ger kurdên ku li van deran dixebitin xwedîyê hişmendîyeke kolektîf û piştgir bin, dê bikaribin li hemberî efendî û karsazên xwe xwedî gotin û helwêst bin. Ango, ‘em nebin yek, em ê herin yek bi yek’...

    Helbet divê ev hişmendîya ko-lektîf tenê bi nexşekirina şidetê re sînordar nebe. Bi taybetî ji bo dîyasporaya kurdan, yek ji mijarên

    seretayî bihêzkirina hişmendîya kurdîtî û kurdistanîyê ya nifşên ku li dîyasporayê ji dayik bûne ye. Yek ji derfetên vê yekê jî li dîyasporayê avakirina mûzeyên etnografî, kul-tur an jî şîdeta polîtîk, galerî û hil-berîna hunerî ye. Dîyasporaya kur-dî ya Ewropayê ku hejmara wan bi mîlyonan tê îfadekirin, ne xwedîyê muzeyekê ye jî. îro ji bo ciwanekî kurd ku li Ewropayê mezin dibe bizanibe hişmendîya kurdîtîyê çi ye alternatîfên gelek sînordar hene. Hişmendîya polîtîk ya piranîya ciwanan a di derheqê kurdîtîyê

    de, di nav mercên ku tê de mezin bûne û li ser bingeha desthilatdarî-ya aktorekî polîtîk a dîyarker de pêk hatîye. Lê tenê beşeke sînordar dikarin ji nav van mercan derke-vin û bi rêya perwerde û lêkolînê bi Kurdistanê re rasterast têkildar bin. Ji bo yên mayî jî Kurdistan we-latek e ku li wê derê hertim kebab tê xwarin, di Newrozan de govend tê girtin û bi sedema her cûre şerî hatîye talankirin. îro hûn dikarin li her koşeyeke Amerîka û Ewropayê rastî muzeyeke filîstînîyan werin. Di van muzeyan de ciwanên ku tu carî Filîstîn neditîne li ser mijarên wekî tarîx, kultur, şaristanî, sîyaset polîtîka hwd. înformasyonê werdi-girin. Halbûkî mîrata herî mezin ya ku kurd bikaribên veguhezînin nifşên dahatîyê hişmendîya kolek-tîf e.

    Wekî gotina dawî, ez îdîa nakim ku di derheqê mijarên min li jorê behs kirin tu hewldan nayên dayîn. Berevajî, li gorî deh sal berê, îro di navbera kurdan de dilsozî û hem-hestek nû pêk hatîye. Bingeha vê hemhestîyê bi şer û wêranbûna ku kurd di van deh salên dawîyê de jîyane, hat avakirin. Herkes dî-zane ku sîyaseta kurdan a nû ger li ser vê bingehê bê avakirin, ew ê serkeftî be. Teza ku min hewl da ez di vê gotarê de vebêjim ev e; ji bo ev hemhestî veguhere yekitîya kurdan, tiştê ku em hemû bikari-bin bikin hene. Hîn jî zêdetir, ye-kitîya navbera kurdan, dîyalog û aştîya navxweyî pêşşertê yekîtîya Kurdistanê ye. Ger kurd bikari-bin di navbêra xwe de diyalogekê pêk bînîn, dê bikaribin sîyaseta dahatîyê dîyar bikin û li hemberî fanatîzma sekter a aktorên sîyasî alternatîfekê li pêş bixin.

    *Dersdar, Zanîngeha Yaleyê

    Wergera ji tirkî: Nedim Baran

    Derbeya leşkerî? Derbeya xêrê(1)? Derbeya zîrek(2)? Çapemenîya malîyî ketîye nava pêşbazîya lîstika peyvan ji bo pênasekirina bûyerên 18ê tebaxa 2020î yên destwerdana komek sûbayên bilind li hemberî sero-kdewlet îbrahîm Bûbakar Keyta (IBK) û serokwezîrê wî Bûbû Sîse. Helbet ev welat qet jî şaş nema bi îdîaya derbekaran ku qebûl nakin ev dest-werdana wan wekî derbe were pênasekirin û dibêjin li hem-berî «tevlîhevî, anarşî û bêewle-karîyê» ku ji ber «şaşîya kesên berpirsên qedera welêt» bi gewde bûne, ew bi «berpirsîyarîya [xwe] rabûne(3)».Berevajîyê vê yekê,

    nexwestina bikaranîna vê têgehê ji alîyê aktorên sîyasî û civakî yên rêza pêşî ve di derbarê nerihetîya rengê aramîyê ya gelek welatîyan de jixwe gelek tiştan îfade dike. Di rastîyê de operasyona leşkerî, ku bi lezûbez pêk hat û hema hema bê pêvçûn, ji bo demekê pêvajoyeke tenge-zarîyên dijwar yên sîyasî û civakî bi dawî dike. Encamên îtîrazkirî yên hilbijartinên giştî yên meha nîsanê li pêşîya sazkirina hikûmeteke nû ji meha hezîranê ve dibûn asteng. Di ber de jî bi xwepêşandanên gir-seyî yên ji alîyê platforma muxele-fetê ve organîzekirî ku Tevgera 5ê Hezîranê û Meclîsa Hêzên Welat-parêz (M5-RFP) dianîn cem hev, li nava dilê paytext Bamako dihat xwestin ku şefê dewletê îstîfa bike, an jî qet nebe hikûmeta wî ji hev were xistin. Derbekar jî jixwe ku derbeya wan a leşkerî ji alîyê yek ji pêşengên protestoyên li dijî deshi-

    latîyê hat silavkirin, dixwazin ev pêkanîna wan wekî parçeyeke «serhildana gelêrî(4)» were hesi-bandin.

    Li alîyê din, şermezarkirinên tûj ên bi zimanekî biryardar ji alîyê rêxistinên panafrîkî û navneteweyî ve bê navber wekî baranê dibarin.

    Yekîtîya Afrîkî û Civata Aborî ya Dewletên Afrîkaya Rojava (ECO-WAS) bawer dike ku «xeteke sor» hatîye derbaskirin û dixwaze welat vegere rewşa xwe ya «nîzama de-stûrnameyî». Serokê Komsîyona Yekîtîya Afrîkî, M. Mûsa Faqî Ma-hamat jî dibêje «Dema derbeyên leşkerî êdî li paş maye». Ambargo jî di cih de dikevin dewrê: Endam-tîya Malîyê ya li nava Yekîtîyê û ECOWASê hat cemidandin, li ser tevahîya danûstandinên aborî û bazirganî biryara ambargoyê hat ragihandin. Waşîngtonê û Parîsê bi tedbîr be jî dan ser şopa tevgera şermezarkirina derbeyê.

    Rêvebirineke kaotîk

    Ji alîyê xwe ve, parêzer Mountaga Tall, anîmatorê M5-RFP, bi ziman-ekî sert vê bersivê dide: «Malîyî ne, yên ku rewabûnê didin ray-edarên welêt. (…) Û tenê welatîyên malîyî(5)». M. Şêx Omer Cîsoko, ku yek ji pêşengên muxalefeta çep e, xwe hê dijwartir nîşan dide û rêxistina bin-herêmî ji hev dixe: «Xeta sor a ECOWAS: Ji bo bextî-yarîya parzemînê em ê wê bişkînin. (…) Kesên li pişt in, ne demokrat in. Ew dixwazin rê li azadîya me bigirin(6).»

    Ji bilî Meclîsa ji bo Malî, partîya serokdewlet, tu hêzeke din a sîyasî ya malîyî xema îBK naxwe, tevî ku vî yê dawî di hilbijartina 2013an de destekeke girîng standibû. Bi

    Hişyarîyek berîya pênc hilbijartinên serokatîyê yên tengezar li Afrîkaya fransîaxêv

    Li Malîyê, derbeya li dewleta welatekî bê dewlet

    Anne-Cécile Robert__________

    Bahaîden.- (Santa-crodha-Mandala)Buddha, boyaxa rûnî li ser tuwalê, 110 x 77 cm, 2020

    Piranîya welatên Asyaya Navîn, bi dehan salan bi destê serokekî ve hatin birêvebirin. Piştî çûna van zordestan, xelefên wan hewl didin kontrola guherînên sîyasî yên xeternak di destê xwe de bigirin. Li hember zexta civakên ciwan û newekhev, ziravê van zordestan ji senaryoyên mîna «Bihara Ereban» diqete. Loma di navbera berfirehkirina azadîyan û berdewamîya rewşa heyî de dudil dibin.

    Bahaîden.- Ji 14 paceyan bayê şevê, teknîka tevlihev li ser tuwalê 2, 220 x 190 cm, 2020

    4

  • ÇIRîYA PÊŞîN 2020 • Le Monde diplomatique kurdî

    îhtîmala herî baş ev hêzên sîyasî dikevin nava bêdengîyeke li ben-demayînê. Formasyona bingehîn a muxelefetê, Yekîtîya ji bo komar û demokrasîyê, îdîa dike ku «serhil-dan, tenê encama rêvebirina kaotîk a welêt a serokdewlet Îbrahîm Bû-bakar Keyta û rejîma wî ye». Ev xweza, sîvîl an jî leşkerî, herweha dirêjbûna demê ya derbasbû-na ber bi rejîmeke nû ye ku dili-vin û endîşeyê didin çîna sîyasî, şirovekaran û civakê. Blogvanên ci-wan ên malîyî ji ber vê yekê haşteg #matransition (tranzîsyona min, derbasbûna min) didin destpêkirin, dema ku Komîteya Neteweyî ya ji bo Selametîya Gel (CNSP) jî ku derbekarên leşkerî li hev kom dike û rêzek hevdîtinên şêwrê bi parti û komeleyan re birêxistin dike.

    Ji Dakarê, wezîrê berê yê karû-barên derve yê Senegalê, alîkarê Meclîsa Neteweyî, M. Şêx Tidian Gadio, vê rûbirûbûnê bi kurtî ve-dibêje: ew ji bo derbeyê dibêje «nabe were qebûlkirin» lê belê herweha «bêwate» dinirxîne nera-zîbûna ECOWASê, ku «ceza dide welatekî bira, bi îdîaya ku dixwaze alîkarîyê bidê» (Radiyo televîz-yona senegalî, 23yê tebaxa 2020î). «Fetisandina welatekî ji alîyê aborî ve çokdayî» tê wateya «êşandina gelê wî welatî», li gorî ku Enstî-tuya Panafrîk a stratejîyê birêve dibe. Ambargo bi dijwarî tesîrê li terşvanîyê dike (Ji sedî 7ê qezenca îxracata Malîyê) bi qedexekirina firotina sewalan an jî êm û alifên ji bo sewalên li jêr-herêmî.

    Rêveberên Yekîtîya Afrîkî û yên ECOWASê tiştê dikin tenê pêkanîna statuyên rêxistinên xwe yên têkildar e. Di vê çarçoveyê de bi lihevkirina li ser şikandina van rêzederbeyên leşkerî li Afrîkayê (bi qasî 170 heb ji 1960î ve), her guherîna destûrnameyî ya bi darê zorê qedexe dikin. Ev her du rêx-istin hêvî dikin, bi qeydeyên zelal, tevgera demokratîzasyona li par-zemînê piştî bi dawîbûna şerê sar di 1991ê de dest pê kir, zexim bike û bi teşwîqkirina civakên sîyasî û aştixwaz şertûmercên pêşketinê biafirînin. Lê belê destwerdana kolonelên malîyî -tenê heşt sal piştî derbeya Kapîten Amadu Sanogo di 2012an de- tê wateya qelsîya sazîyên sîyasî, bi taybetî jî li Afrîkaya fransîaxêv. Ew li zin-gilê hişyarîyê dixe tam li demeke ku hilbijartinên serokdewletîyê di rêzê de ne, li Gîneyê, (18ê çirîya pêşîn), li Peravên Diranên Fîl, (31ê çirîya pêşîn), li Burkina Fa-soyê (22yê çirîya paşîn), li Nîjerê (27ê çileya pêşîn) û li Afrîkaya navîn (27ê çileya pêşîn). Hemû awir dizîvirin ser Peravên Diranên Fîl (Côte d’Ivoire), ji ber ku li vî welatê aborîya giran a jêr-herêmî, piştî hilbijartinan di 2010-2011an de bûyerên şîdeteke kujer ên dem-dirêj rû dan.

    Li Konakrî û Abîcanê, serokên wan Alfa Konde û Alasan Draman Ûttara li pey cara sêyem a bi destxistina wezîfê ne û ji bo vê yekê bi bahaneyên taybet, gav qevastin di ser qeydeyên destûrnamyî re ku tenê ji bo du caran vî mafî nas dikin (ji ber ku Konde û Ûttara piştî ku cara pêşî hatin hilbijartin di destûrnameyê de hê nû ev guhertina ji bo serokatîya bi du caran sînorkirî pêk anîn, dibêjin serdema wan a pêşî ne lê ye û divê neyê hesabkirin). Xwepêşandanên protestoyî ji niha ve bûne sedema mirina bi dehan kesan li ser du welatan. Li Senegalê M. Macky Sall, ku di 2022yan de wê xwe di

    heman pozîsyona hemkarên xwe de bibîne, ji alîyê derdora xwe ve zext lê tê kirin da ku daxwaza mafê cara sêyemîn a beşdarîya hilbijartinan bike. Gelek şefên dewletê yên Afrîkaya fransîaxêv di serdema nêz de nekarîn dest werdin qanûna bingehîn û xwe li deshilatîyê ragirin, tevî serlêdana wan a şidetê jî (Kongo-Brazzaville, Togo, Kamerûn)(7) «Derbe ne tenê û hertim karekî leşkeran e, li gorî nirxandina parêzerê senegalî Bekeî Diallo. Armanca wê jî êdî ne tenê fetihkirina deshilatîyê ye, ew dikare herweha bi xweragirtina

    li desthilatîyê an jî xurtkirina wê jî pêk were. Derbe hene ku ne bi tevgerekê, lê bi biryarekê pêk tên; biryara bêguman dij-qanûnî. (…) Di vê rewşê de, hikûmeta ku nîzama destûrî binpê dike, dibe derbekar(8).» Bi heman rengî, Muhemed M. Diatta, sîyasetzan ê li navenda lêkolînên navneteweyî ya xebatên stratejîk (ISS) a li Addîs Abebayê, bawer dike ku otorîterîya rêveberan «bêaramîya sazûmanîyî» teşwîq dike û nahêle li nava civakên têkildar «pîvan û karûbarên demokratîk bên zeximkirin(9)».

    Nerazîbûnên hevnegirtî yên beramberî bûyerên Malîyê di vê konteksta tengezar de tên fêmkirin. M. Konde û M. Ûattara, ku dewletên wan endamên

    ECOWASê ne, giranîya xwe dan û xwestin derbekar bi zimanê herî biryardar werin mehkûmkirin. Serokdewlet Sall bû yê ku banga aramîyê kir, bi taybetî beramberî ambargoya ku versîyona wê ya pêşî têkildarî berhemên pêdivîya bingehîn bû û vê yekê wê bi awayekî cidî tesîr li civakê bikira. Li gorî kevneşopîya navbeynkarîyê ya welatê xwe, wî bang li ECOWASê kir ku li gel cûntaya malîyî bikeve nava dîyalogeke çêker. Li wêdetirî livûtevgerên şexsî, rêzgirtina ji bo qeydeyên destûrnameyî yên bi awayekî demokratîk pejirandî tûşî

    qelsîya xwemalî ya dewletên afrîkî, nexasim jî yên Afrîkya Rojava ya fransîaxêv hat. Ji ber ku ev welat çi ji alîyê leşkerî, çi sîyasî çi jî aborî ve bi awayekî fiîlî li bin wesayeteke navneteweyî bicih bûne. Gendelîya aborî û trafîka madeyên hişber, li demeke ku welat di nava şer de ye, di radeyeke pir cidî de rayedarên malîyî bêîtîbar kirine. Pir baş tê zanîn ku gendelî û mişterîgirî yên li Malîyê jixwe herweha bûne mijara raporeke hilweşîner a komeke pisporên serbixwe yên Neteweyên Yekbûyî. Naveroka wê çend saet berîya derbeya bi darê zorê ya leşkeran bi dizî li medyayê hat belavkirin(10). Li gel vê yekê, xirabîya mijara gotinê hê kûrtir e. Ew xwe dispêre qelsîya «youpala» ya rejîmên sîyasî, ku girêdayî derve ne. Ji ber vê yekê beza îBK

    amblematîk xuya dike.

    îbrahîm Bûbakar Keyta du caran hatibû hilbijartin, di 2013 û 2018an de, li pey dengdayîneke pluralîst a piştraskirî ji alîyê çavdêrên nav-neteweyî ve ku bi pesindanî behs kiribûn ji birêvebirina hilbijar-tinên di şertên ewçend dijwar de û bêewle de hatibûn pêkanîn «Ez dikarim piştrast bikim ku çavdêrên me tu hîle tesbît nekirin, lê belê bûn şahidên hin pirsgirêkên bêserû-berîya prosedurê», bo nimûne «du rewşên nivîsandina meqbûzên ji berê ve amadekirî û dagirtî» hem jî berîya bi dawîbûna dengdanê, li gorî daxuyanîya Mme Cécile Kyenge, şefa wezîfeya çavdêrîyê ya Yekîtîya Ewropayê (Le Monde, 30 tîrmeh 2018). Sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres û serokomar Emmanuel Macron bûn yekemîn rayedar ên îBK ji ber ji nû ve serketina wî ya di 2018an de pîroz kiribûn.

    «Em tozê li bin xaliyê vedişêrin»

    Vê bawerîya bi serketinê realîte-yeke hê tarîtir vedişart. Li navend û bakurê Malîyê, ku temsîla ji sedî 36,6ê hilbijêran dike, dengdayîn hat astengkirin, an jî dest lê hat werdan bi êrişan û bi tehdîdên li ser hilbijêran, bi talankirina bu-royên dengdanê, bi dizîya sin-doqan, revandina nirxandêran. Namzedê muxalefetê M. Sûmayla Sîse ku li hemberî vê afata sexte-karîyan, berevajîyê ku wî di 2013an de kiribû, vê carê encama hilbijar-tinan qebûl nekiribû. Rêveberê wî yê kampanyayê M. Tiebîle Drame, bi zimanekî sert gilî û gazinc dikir ku «dewlet di pêkanîna mîsyona xwe ya ewlekirina dengdanê de bi ser neketîye (…) tevî îdîaya ku wê 30 hezar hêzên ewlekarîyê ji bo parastinê bicih kiribûn». Hilbijar-tinên giştî yên bihara 2020î jî li nava xirecirekê û şertên bêewle de pêk hatibûn, bi wê çendê ku gelek namzed nekarîbûn li hin cihan kampanya xwe bimeşînin û M. Sîse bi xwe jî li nêzî Tombouc-tou, 25ê adarê bi destê komeke ne-nas hatibû revandin û wekî rehîn hatibû ragirtin. Malî dûre ketibû nava krîzeke kûr a pêbawerîyê û ev pêbawerî bû kronîk bi hilbijartina îtîrazkirî ya 31 parlamenteran, ku paşî ji alîyê Dadgeha Destûrî ve hat betalkirin, piştî ku ji alîyê komîsyona hilbijartinê ve hat qe-bûlkirin. Gelek xwepêşandanan endamên dadgehê neçarî îstîfayê kiribûn. Di vê navberê de, li Bama-koyê zext bûbû sedema mirina 23 kesan. Lêkolîner Yvan Guichaoua xemgînîya xwe ya ji bo wê demê weha tîne ziman: «Tiştê bi îmtî-yaz ji alîyê civata navneteweyî ve, aramîkirineke nîsbetan kurtedemî ye, bêyî ku bibîne ku ji bo aramîki-rina dirêjdemî divê dewletên rewa hebin. Em neçar tên hiştin ku des-tekê bidin kesên em bi wan re dixe-bitin, ji ber ku rûtinên me hene û em tozê li bin xalîyê vedişêrin» (France culture, 25 tebax 2020).

    Çi giranîyî, çi îtîbarî û kîjan rewa-bûnê dikarin bidin hikûmetên di şertên wisa de hatine hilbijartin? Dîplomatê berê Laurent Bigot balê dikşîne ser «fetîşîzma hilbijartinî» û berpirsîyarîya Parîsê ya ku heta kêlîyên dawî destek da îbrahîm Bûbakar Keyta destnîşan dike. Cîgirê rektorê zanîgeha Dar es Sa-laam, William A. L. Anangisye, li vekirina konferanseke li ser «Dî-namîkên hilbijartinan û paşeroja sîyasetê li Afrîkayê», ev pirs ji xwe dikir: «Gelo em dikarin bawerîyê bi hilbijartinan bînin?», 12.10.2018. Sîyasetzanê kenyayî Musumbayi

    Katumanga jî ji alîyê xwe ve berê rexneyên xwe yên tûj dide ser «hilbijartinîzmê», vê tandansa pir xurt a li nava rêxistinên navnete-weyî ku xwe dispêre têgihîştina çi dibe bila bibe divê encameke hilbi-jartînî were bidestxistin, herçendî şertûmerc ne guncaw bin jî ji bo xwegihandina vê yekê.

    Di vê perspektîfê de, çavdêrên bîyanî dişibin «tûrîstên» ku rewa-bûna kastên desthilatê misoger û piştrast dikin. Legalîteya pêvajoyê pisgirêka rewabûnê ji holê radikin. Leşker dikarin hingê bikevin rola hekeman, berîya ku desthilatîyê radestî sîvîlan bikin: Malî (1991, 2012), Nîjer (2010), Morîtanya (2008), Gîneya Bîso (2012), Burkî-na Faso (2014), pir caran wekî parçeyekî hilbijartinên îtîrazkirî an jî wekî nêzîkbûneke li van hilbi-jartinan. « Rayagiştî ya afrîkî ji şefê xwe yên dewletê hesab dixwazin, her çendî ev raya giştî nikaribe jî bi awayekî demokratîk wan ji desthi-latîyê bîne xwar, li gorî edîtoryalîst û serokê kluba agahdarîya afrîkî Louis Magloire. Û car carinan, li kolanê, ev raya giştî hêrsa xwe dide der. Tiştê li Malîyê qewmî jî ew bû» (Bernameya C’dans l’air, France 5, 19 tebax 2020). Çileya pêşîn a 2014an, li Burkîna Faso, tevgereke berfireh a gelêrî M. Blaise Com-paoré ku sî salan li ser desthilatîyê bû û bi awayekî rêkûpêk gelek ca-ran li pey hev ji nû ve wekî serok hat hilbijartin, qewirand. Leşker in yên ku, pêvajoya salekê, çavdêrî kirin ji bo pêvajoya pêşîya hilbijar-tinên çileya paşîn a 2015an.

    Ji ber vê yekê, li gorî gelek welatîyên malîyî û çavdêrên afrîkî, derbeya leşkerî ya 18ê tebaxa 2020î bi destpêkirina dîyalogekek jidil a neteweyî, bi tevlîkirina xelkê û rêxistinên ku temsîla wan dikin an jî li ser navê wan tevdigerin (komele, sendîka û hwd.) divê bibe firsenda ji nû ve zeximkirina sazîyan. Komeleyên Hiqûqzan ên Afrîkî (AJA) «rûniştinên ku bigihîjin encameke pêkanîna reformeke kûr a sazîyan û teqwîmeke komarger a ji bo derketina ji vê krîzê» pêşnîyar dike. (Walfardjri, Dakar, 22 tebax 2020). Bi nîşandana heman xema ji nû ve lihevkombûnê, dîplomatê morîtanî Ahmedou Ould Abdallah bi pêşnîyarên xwe dixwaze cesaretê bide her hewldana ku civata neteweyî ya malîyî bi hêz dike: «Bêyî ku bi awayekî zarûrî derbeyên li herêmê bên teşwîqkirin, li gorî kesê ku li gel sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî Kofî Annan re xebitî, otorîteyên nû bi rêzek tedbîran dikarin bên destekkirin: zeximkirina yekîtîya hêzên leşkerî, bi hevalbendîya otorîteyên nû ji bo şêwreke firehtir li gel hêzên cuda yên xurt ên neteweyê û serketina transîzyoneke aştîyane bi armanca xwegihandina rejîmeke nû ya sîyasî ya qanûnî» (Rojnameya NordSud, Bamako, 28 tebax 2020).

    Nazikîya Peymana Cezayîrê

    Bi ferqkirina tengahîya bingeh a xwe ya civakî û sîyasî, îBK, piştî «Dîyalogeke neteweyî ya berfi-reh» a di 2019an de, sazkirina «hikûmeteke yekîtîya neteweyî» ceribandibû . Lê belê qabîlegirî û mişterîgirîyê muxelefet jê dûr xistibû û bûbû sedemê zêdebûna xwepêşandanan. «Şênîyên welêt ji kapasîteya xwe ya tevgerê û înîsîyatîfê bêpar hatin hiştin», li gorî sîyasetzan îbrahim Maïga

    Bahaîden.- Ji 14 paceyan bayê şevê, teknîka tevlihev li ser tuwalê 4, 220 x 190 cm, 2020

    Bahaîden.- Apollon, boyaxa rûnî û teknîka tevlihev li ser tuwalê, 120 x 91 cm, 2018

    5

  • ÇIRîYA PÊŞîN 2020 • Le Monde diplomatique kurdî

    (Radio France internationale, 6 îlon 2020). Fransayê ku nekarî vê tecrîdbûna deshilatîya malîyî bipîve û bû hevkar di têgihîştina peymana di 2015an de li Ceza-yirê di navbera hikûmetê û ser-hildêrên çekdar de hat îmzekirin. Tekst ji bilî rêzek tiştên din her-weha di neqandina mixetaban de jî têk diçe, ji ber ku Parîsê bi bi-hayê zirardayîna lêgerîna wan a temsîlîyetê destek da hevalbendên xwe yên li qadê. «Yek ji encamên van qencîyan, tec-rîdbûna fiîlî ya pêkhateyên din ên sazîyên sîvîl ên li bakur û qebûlkirina şirketbûna wan bi navgîna komên çekdar tê nîşandan, li gorî serokwezîrê berê yê Malîyê Mûsa Mara. Bi vî awayî em çekhilgirîyê wekî yekane pî-vana temsîlîyetê teşwîq diki Me peyderpey pênc herêmên bakur xistin bin kontrola komên çekdar. Ew di encamê de dikarin bi away-ekî aştîyane xwe bigihînin tiştên ku dikaribûn bi darê zorê bi dest bixin». (La Tribune Afrique, Casa-blanca, 12 hezîran 2020). Hesasîy-eta hilbijêrîyê ya «civata navnete-weyî» nazikîya peymana Cezayîrê îzah dike, eynî wekî ya li Romayê di 2017an de ji bo Afrîkaya Navîn hat îmzekirin.

    Di nimûneya Malîyê de, gava ku welat di bin çavdêrîya ewlekarîyê de ye, îtîbara hilbijartinan zêdetir zirarî dibîne: çawa hilbijêr dikarin bi xwînsarî mafê xwe yê dengdanê li welatekî qismen dagirkirî pêk bînin? Ne tenê herêmên navendê û bakur dikevin ber bayê tevgerên terorîst lê herweha artêşên bîyanî jî berdewam li nava wan di rewşa dewrîyê de ne. Ev artêşên bîyanî wekî din li paytext Bamakoyê konê xwe vedidin. Mîsyona pirhêlî ya Neteweyên Yekbûyî ji bo aramîkirina Malîyê (Minusma) zêdetirî 10 hezar leşker û polîsan ên ji 110 welatî bicih dike; operasyona fransî Barkhane 5 100 leşker li Sahel û bi giranî li Malî ku operasyonên ji alîyê G5 Sahel jî -Morîtanî, Nîjer, Çad, Burkîna Faso, Malî- lê tên zêdekirin, bi sedan zilaman bi awayekî wextî, bi hezaran jî bi demdirêjî dixe nava livûtevgerê. Ev hebûna leşkerî, ku li pêşîya berfirehbûna bêewlebûna li herêmê nikare bibe asteng, dibe sedemê mezinbûna hêrsa welatîyan. 6ê nîsana 2019an, 10 000 kesî li Bamakoyê, bi taybetî jî li dijî Barkhane xwepêşandan pêk anî: «Eger civata navneteweyî nikaribe ewlekarîya me pêk bîne, bila biqeşitin, bicehimin herin!», dengê qêrîna jinekê bû ku li nava xwepêşandanê bilind dibû (Radio France internationale, 6 nîsan 2019).

    Ji 2012an ve û êrişa tevgerên cîha-dîst li ser Bamakoyê, a bi operasy-ona fransî Serval pêşî lê hat girtin, jîyana sîyasî, aborî û civakî ya Malî li derdora şerê li dijî terorîzmê tê birêxistin. Hêzên bîyanî, nemaze Fransa û rêxistinên navneteweyî û herweha yên afrîkî, dibin avan-tajeke mezin ji bo berdewamîya rejîmên li ser kar ji bo xatirê aramîyê, bi berdêla çavgirtina li bêkêrî, dizî û sûcên ji alîyê ray-edarên xwecihî ve tên kirin. Parîs di vê yekê de xwedî gunehê herî mezin e: «Her çendî Fransa dest wernade jî li her tiştê li Malîyê rû dide, di çarçoveya xebata dij-terorê de, wê hewayeke sîyasî ya xwera-negir afirand, li gorî lêkolîna Yvan Guichaoua. Fransayê dest nîşan kir ku têkoşîna li dijî terorîzmê divê bibe pêşekî, tevî ku dij-terorîzm bi awayekî zarûrî, ne pêşekîya xelkên

    malîyî ye îro» (France culture, 25 tebax 2020). Bi rastî, eger bêewlehî xelkê dixe nava endîşeyê, felaketa aborî û civakê jî wan zêde diêşîne. Tevî çavkanîyên wan (yekemîn hilberînera afrîkî di warê pembû de, sêyemîn di warê zêr de), Malî li binê silmeya geşedana mirovî maye, li gorî Bernameya Nete-weyên Yekbûyî ya ji bo pêşketinê, sala 2019an di nava 187 welatan de ew li rêza 184an e.

    Ji ber ku wesayeta navneteweyî ku giranîya xwe dide ser welêt her-weha aborî ye jî. Di salên 1980yî de, bi teqîna deynên gelemperî re, bexşînerên pereyan (Yekîtîya Ewropayê, welatên rojavayî) û sazîyên diravî yên navneteweyî

    ketin rewşa kesên ku fermana sîyasetên bên şopandin didin ra-yedarên afrîkî. Ji sî salan û vir ve ye, hertim reçeteya heman îksîra neolîberal dinivîsin û Malî li nava nexweşên herî îtaetkar cih digire. Ew destekê dide îmzeya peymana hevalbendîya aborî (EPA) ya nav-bera Yekîtîya Ewropayê û ECO-WASê û dikeve ber bayê pêla ba-zirganîya-serbest a tevahîya par-zemînê dide ber xwe(11).

    Di 2017an de, hikûmeta îBK kete nava pêngava «libéralisation»a hilberîna pembû û «jinûvesazki-rina» -arizîkirina- Şirketa malîyî ya tekstîlê (CMDT), ku ji 20 salan berê ve ji alîyê Fona Diravî ya Nav-neteweyî ve dihat xwestin. Pembû dibe berhema debara rasterast an nerasterast 4,5 milyon kesan li we-latekî ku nifûsa wî 19 milyon e. Di hezîrana 2020î de, li hemberî ke-tina bihayên cîhanî ya ji ber şewba Covîd-19, konfederasyona dez-gehên hevpar ên hilberîneran û herweha çar sendîkayên sektorê ji hikûmetê xwestibûn fîyetan bilind bike. Vê jî di encamê de qebûl ki-ribû ku fîyetan serê kîloyê ji 215yî hilkişîne 250 frankî (CFA), fîyete-ke ku ket binê sînorê 275 frankî ku di 2019an de hatibû desnîşankirin. Bi zêdetir girankirina rewşê re, hikûmetê herweha xwe neda ber desteka telafîkirina deynên hil-berînerên pembû ên ji ber lêçûnên zêde pir giran bûbûn û bi vî awayî bû sedem ku gelek ji wan hilberînê

    rawestînin. Yek ji biryarên dawîn ên îBKê bû «tawîz» (arizîkirin) a balafirgeha navneteweyî Modibo-Keita ya Bamakoyê, ku bû sedemê sûcbarkirinên asêkirina binesazîya statejîk. Di salên 2000î de, arizîki-rina rêyên hesinî bi girtina xeta dîrokî ya Dakar-Bamako û îzole-kirina hin herêmên dûr ên welêt bi encam bûbû(12).

    Aborîya malîyî pir girêdayî derve ye. Tenê ji sedî 3yê pembû li cih tê veguherandin. Qezencên deranîna zêr (ji sedî 8ê hilberîna hundir ê brut) ji alîyê şirketên navnete-weyî, nexasim jî yên kanadayî, ku vî metalê bi nirx vediguherînin û hin rêveberên xwecihî yên diz ve tên desteserkirin. Ev çavkanîyên

    potansîyel li şûna başkirina asta jîyana gel, ji bo armancên din xerc kirin. «Feydeyên zor eynî wekî yên pembû xirab tên parvekirin, li gorî agahîyên ku cografyazanê benînî John O. Igue dide me. Gelek malîyî ji xwe dipirsin ka pere, nexasim jî yê zêr li çi tê xerckirin. Ev pirs -ku tu bersiveke wê tune- li cem malîyîyan dibe sedema hêvîşikestin û bilindbûna tengezarîyên civakî di navbera rêveberan û gel de».

    Wekî din, herikînên diravî yên ji alîyê aborîya şer ve çêbûyî û hejmareke mezin operasyonên ewlekarîyê jî dibin sedemên xeyalşikestinan û tengezarîyan. Jeopolîtîsyen Emmanuel Dupuy, serokê Enstîtuya Pêşbîn û Ewle-karîyê li Ewropayê (IPSE), tex-mîn dike ku bi qasî 2,6 milyar frank CFA (4 milyon ewro) rojane li Malî hatin xerckirin; lêçûnên leşkerî li wir pênc caran ji alîkarîya pêşketinê zêdetir e.

    Bêhevsengîyeke wisa bûye gefek li ser Nîjer û Burkîna Faso, ku li wir hilbijartinên serokatîyê yên tengezar di çirîya paşîn û çileya pêşîn a 2020î de li dijî zemîna berfirehkirinê ya tevgerên cîhadî tên lidarxistin. Nifûs pir ciwan e (temenê navînî 16 sal e) bi rêjeya xwe ya herî bilind zayînê li se-ranserî cîhanê. Betalîya ciwanên malîyîyên li bin 25 salî bi hej-marên fermî ji sedî 14 ye, lê belê ev hejmara di 28 salan de ji sedî

    124 bilind bû(13),tenê bi kesên kalîfîye re têkildar e. Şewba cîhanî Covid-19 jî wekî din zirarekî me-zin da sektora çandinîyê ku ji sedî 79ê civakê xwe li ser xwedî dike: girtina bazaran, xitimîna rêyên belavkirinê, astengîyên li pêşîya ketina nava bazarên derve. Wezîra çandê ya berê ya Malîyê û pêşengeke tevgera altermondialîst Amînata Dramane texmîna xwe ya li ser aqûbeta welêt weha tîne ziman: «Krîzeke aborî û civakî ku xetereyên wê bi zanebûn bi pîva-neke hişk a ewlekarîyê hatine sînor-kirin li benda me ye» (L’Humanité, 20 tebax 2020). Li gorî lêkolînerê International Crisis Groupe de l’International Crisis Group Ma-thieu Pellerin jî di rewşa xwe ya îro de «dewleta malîyî bêpar e ji jêhatîbûna sûdwergirtina ji ewle-karîyê» ku bi serkeftinên leşkerî yên hêzên navneteweyî yên li qadê hatîye pêkanîn(14)».

    Mîrasgirê ji dûr ve yê împeratorîya Mangîngo ya muhteşem, ku di sedsala XIVemîn de ji Nîjerê dirêjî Okyanûsa Atlantîk dibû, Malî ya ku niha hildiweşe temsîla som-bolîk e li Afrîkaya Rojava. Wezîrê karên derve yê Senegalê Şêx Tidia-ne Gadio, ku xeyala Afrîkayeke fe-deral dike, hêrsa xwe weha tîne zi-man: «Dewletên me dewletên acûc in» (Radio û televizyona senegalî, 23 tebax 2020). Asêmayî li nava tevna tengasîyên sîyasî û aborî, serwerdîya neteweyî vala dibe. Kuçeyên kor ên «hilbijartinîzmê» berê M. Kartûmanga nadin ser rêya redkirina demokrasîyê: ew ”kanîbalîzasyon” a dewleta afrîkî ya ji hêla berjewendîyên bîyanî ve carinan wê bêbandor dike. Louis Magloire Keumayou jî gazinan dike ku li mintiqeya fransîaxêv, rayedar rasterast wekî «qeymeqamên» fransî xuya dikin (France 24, 08.10.2019). Li Malîyê, «ji ber ku hemû sîyasetên gelemperî ji alîyê aktorên navneteweyî ve tên hilberandin, ev yek wekî pirsgirêke-ke demokrasîyê xwe dide der, ji ber ku kesên ne hilbijartî û ne xwedîyê tu berpirsîyarîyê beramberî we-latîyên malîyî ketine nava tevahîya wezaretan, li gorî sîyasetzan îsalî-ne Bergamaşî. Di heman demê de, beşeke girîng a alîkarîyê rasterast bi projeyên ku ji alîyê sazîyên nete-weyî ve tên birêvebirin derbas dibe û ev jî gelek caran dibe sedema pirs-girêkên artîkulasyon, dubarebûn û herweha xweragirîyê (…). Ev rewş ji sala 2012an ve dijwartir bûye, ji ber ku aktorên navneteweyî kom bi kom êdî sermayeya xwe radizînin nava zevîyên humanîter û asayîşî». (Le Monde, 9 îlon 2020)

    Rûderveyîya aborîyên afrîkî, li bin zexta bexşînerên pereyan û bi desteka kastên xwecihî yên talan-kar, di tercîhên wan ên bingehîn û hesas de jî xelk li kevîyê hiştin. îBK ku di dawîya operasyona fransî Serval de wekî serok hat hil-bijartin, li zîrweya dewletê gelek meqam dagir kiribûn û hercarê jî dikete nava qalibê meqamê ku da-gir dikir. Bakary Diallo rewşê weha bi kurtî tîne ziman: «Pêşwazîkirina ji alîyê raya giştî û ciwanan ve ya vê derbeya li Malîyê bi temamî tê wateya tezahira beloq a rizîna mo-ral û exlaqî ya rêveberên sîyasî yên afrîkî bi awayekî giştî. Loma, derbe ne wekî bêserûberîyeke ku li çerxa “asayî” dibe bela, hat şirovekirin. Berevajî, ew wekî bertekeke rewa li dijî bêserûberîya berdewam a ku hikûmet bûbû sedem, xuya dike. Derbe li vir wekî egereke pêwist ê guherînê tê nirxandin(15)».

    Kastên xwecihî yên dirinde

    Li Afrîkaya Rojava, welatên in-gilîzîaxêv wekî ku dikarin xwe zû-tir ji nava parçebûn û krîzan riz-gar bikin: dêwê nîjerîyî tevî ku bû mexdûrê terorîzma Boko Haramê û di tengezarîyên bi şîdet ên olî re derbas bû, ji 1999an ve muza-kereyên aştîyane li dar dixe. Gana jî, tevî hewldana pêşîlêgirtî ya der-beyê di 2019an de li parzemînê yek ji modela demokratîk e. Ji bilî nimûneya balkêş a Senegalê, ko-lonîyên berê yên fransî giş dudilî dimînin li navbera bêîstîqrarîya derbeyan û otorîterîya kesên ku hilbijartinan ji bo desthilatîyê bi dest bixin manîpule dikin: M. Paul Bîya, serokdewletê Kamerûnê ji 1982yan ve, M. Denis Sassou Ng-esso ku Komara Kongo ji 1997an ve birêve dibe, M. Ali Bongo ku di 2009an de hat şûna bavê xwe yê li ser desthilata Gabonê -mal-bata ku welêt ji sala 1967an ve birêve dibe-, M. Faure Gnassingbé di sibata 2020î de bi rêjeya ji sedî 92,28ê dengan li Togoyê bi ser ket, karsaz Patrice Talon ku koda hil-bijartinê ya benînî guherand ji bo pêşîgirtina li pêşbazîya partîyên muxelefetê, ûhw. Şêst sal piştî pêla serxwebûnê ku şazdeh welatên bin-seherî yên kolonyalîzmê azad kirin, çil ronakbîrên afrîkî bang li rayedarên fransîaxêv dikin da ku li ber qanûna demokrasîyê bejna xwe bitewînin. «Eger em dîqet nekin, me hişyar dikin, serok wê ji bêqanûnîyê an jî bêhtir neguherîna sîyasî veguherînin rewşeke asayî ya jîyana gelemperî û bi vî awayî serokatîya dewletê jî veguherînin pêş-goristana ku êdî ne rûsipî û şareza, lê belê gorvedêrên [yên ku gor/mezer vedidin]gelan li navê dimînin(16)».

    Wergera ji tirkî: Baran Nebar______1) Le Pelican, Bamako, 27 tebax 2020.2) L’Informateur, Bamako, 26 tebax 2020.3) Daxuyanîya 18ê tebaxa 2020î a di radî-yo û televîzyona Malîyê de hat xwendin.4) «Tevgera bingehîn» n°001/CNSP ya 24ê tebaxa 2020î, di Rojnameya fermî ya Ko-mara Malîyê de hat weşandin.5) Malî: “Li kuderê rê ye derbeya leşkerî gava serokomarê li ser kar eşkere dibêje ez îstîfa dikim?”  », Malî Actu, Bamako, 20 tebax 2020, https://maliactu.net6) «Malî: “Xeta sor a CEDEAO, em ê wê ji bo bextîyarîya parzemînê bişkînin”» Mali Actu, Bamako, 20 tebax 2020, htt-ps://maliactu.net7) Bixwîne: Tierno Monenembo, «Li Af-rîkayê, vegera serokên heta hetayî», Le Monde diplomatique, çileya pêşîn 2015.8) «Li navbera Derbeya herdemî û Der-beya leşkerî, ya ku bi rastî jî alozîya de-stûrnameyî diafirîne», Financial Afrik, 23 tebax 2020, www.financialafrik.com9) Mohamed M. Diatta, «Destwerdana leşkerî ya li Malîyê», ISS Africa, Addis Abeba, 24 tebax 2020 https://issafrica.org10) Rapora koma pisporên serbixwe li ser Malîyê, ya 14ê tebaxa 2020î radestî Konse-ya Ewlekarîyê ya Neteweyên Yekbûyî hat kirin..11) Bixwîne: Jacques Berthelot, «Çandinî-ya afrîkî li nava pençeyên bazirganîya-ser-best», Le Monde diplomatique, çirîya pêşîn 2017.12) Binêrin li nivîsa Sekou Diarra, «Daxwazên welatîyên Malîyê», Manière de voir n°84, kanûna pêşîn 2005-kanûna paşîn 2006.13) Source: Bankaya cîhanî.14) «Jeopolîtîk. Gotûbêj», Radio France internationale, 6 îlon 2020.15) Bakary Diallo, «Li navbera derbeya herdemî û derbeya leşkerî ya bi rastî jî tev-lîhevîya destûrnameyî diafirîne», op. cit.16) «Ji serokatîya heta hetayî re na!», Ban-ga versîyona dirêj dikare li ser vê malperê were bidestxistin Mosaiqueguinee.com, Co-nakry.

    Bahaîden.- Anemoi, boyaxa rûnî û teknîka tevlihev li ser tuwalê, 120 x 91 cm, 2018

    6

  • ÇIRîYA PÊŞîN 2020 • Le Monde diplomatique kurdî

    Di 1994an de, hîn ku Huawei bitenê kilît-firoşekî piçûk ê telefonan bû, danerê wê, Birêz Ren Zhengfei, bi serokê Çînê yê wê demê, Birêz Jiang Zemin re hevdîtinek pêk anî. Vî mihendisê berê yê artêşê ku dest avêtibû karê elektronîkî yê giştî karta xwe ya welaparêzîyê dilîst: “Karên telekomunîkasyonê di heman demê de yên ewleyîya neteweyî ne. Ji bo neteweyek, ku di vî warî de ne xwedîyê alavên xwe bixwe be, wekî ku artêşa wê tunebe ye(1).” Ev fikra aqi-lane di encamê de ji alî welatên din ve jî, ku Dewletên Yekbûyî serkêşîya wan dike hate qebûlkirin. Cîlweya dîrokê ew e, ku îro dîsa ew bixwe Huaweîyê û teknolojîya 5Gyê ji bo ewleyîya xwe ya neteweyî wekî tehdîdekê dibînin.

    Şîrketa ku karkerên wê xwedîyê wê ne, bi sîstema xwe ya taybetî ya rêveberîya bidorê, bi rêznegirtina xwe ya peymanên giștî –ku ji alî Birêz Zhengfei ve bi «çavbirçîtîyê» diha-tin darizandin– bi rêza xwe ya ji bo nirxên maoîst û dilsozîya xwe ya fikra nûjenkirina neteweyî da ku rê li ber girêdayîbûna Çînê ya bi fîrmayên bîyanî yên «emperyalîst» re bigre tê naskirin. Ev kom êdî torên li 170 welatan bi rê ve dibe û wê ji 194 000î bêtir kes girtine kar. Ji 2009an vir de, ew him di warê pîșesazîyê û him jî di nav rêxistinên cihê yên navneteweyî yên standartkirinê de bûye yek ji aktorên serekî yên pêșxistina 5Gyan. Di havîna 2020î de, Huawei, Sam-sung ji ser textê wê daxist û ew li șûna wê bû yekem smartfonfiroșê cîhanê. Şîrketa ku wekî yek ji șîrketên çînî ya herî nûjenker di-hate hisêb, sazîya wê ya talî HiSilicon kêç/çîpa kirin a ku hin sepanên hișê çêkirî yên li bazarê herî belavbûyî bihêz dike sêwirand.

    Ev serketina balkêș heta radeyekê bi girêda-neke xurt a ji bo lêkolîn û pêșxistinê (L&P) tê ravekirin, ku șîrket ji % 10ê kara xwe bêtir mesrefê lê dike, ew jî di 2019an de ji 15 mil-yar dolarî bêtir dike di 2020î de 20 milyar tê hêvîkirin–, ku ji ya Apple û Microsoftê bêtir e. Ji bo beramberîhevkirinê, tevayîya sektora otomobîlê ya almanî di 2018an de 30 milyar dolar ji L&Pê re veqetandibû. Ji van reqeman jî bêtir, Huawei ji bo civata çînî direwșgirîyê jî dike: wekî mînakeke seyr a șîrketeke ku ji xeleka herî binî ya zincîrê bi berhemên se-retayî û gelekî standart dest pê kir, niha bi Apple û Samsûngê re yarîyan dike. Rêge-ha wê hêvîyên desthilatê yên mezin ên di

    derbarê sektora teknolojîyê de nîșan dide. Çînê demeke dirêj wekî wargeha kargehên bihevxistina berhemên bîyanî kar kir, wekî bibîrxistina vê kêmdîtinê jî li paș hemî cî-hazên Applê weha hatîye nivîsîn: “Li Califor-nîyayê hate sêwirîn, li Çînê hate bihevxistin”. Çarenivîsa Huaweiyê nîșan dide ku dewreke nû dikare bi slogana: «Li çînê hate sêwirîn, li Vîyetnamê hate bihevxistin» vebe.

    Heke șîrketên din ên çînî jî bidin ser șopa vê mînakê, serdestîya amerîkî ya li ser aborîya dinyayê dikare bi awayekî cidî lawaz bibe. Bêgûman, di dema berê de, welatên ku çi bigre bi tevayî di bin bandora qada karîger a Dewletên Yekbûyî de bûn ji alî aborî ve bi bez mezin bûn û bi firê ketin -Almanya, Ja-ponya, Pilingên Asyayî-, lê pêvajo dîsa kêm zêde ji alî Waşîngtonê ve hate kumandaki-rin û di bin kontrola wê de ma. Di destpê-ka sedsala XXIê de, dema ku amerîkî li ser dîreksîyonê dihînijîn bi zorê dîtin, ku Çîn bi îmkanên xwe, li pey armancên xwe yên jeopolîtîk bixwe, bi zîrveyê de radipelike.

    Di vî warî de, kar û zirara gotûbêja niha ya di derbarê 5Gyê de pir-sa serdestîya Çînê ya li ser vê norma telefonê gelekî derbas dike. 5G ew teknolojî ye ku divê derfeta girêdaneke herî

    bilez a bi jimareyeke herî pir a bi cîhazan re bide, ku ew bixwe jî girêdayî û bi hev ve jî girêdayî bin, herweha jî operasyonên vekolîna da-neyên jêderên wan nêzîkî hev bike, heta bighê bikarhênerê dawîn. Lê qamçîkirina rekla-

    ma li dor wê dide jibîrkirin ku gelek asteng li pêș sepandina wê ya di warê pîșesazîyê de hene. Ji bo piranîya bikarhêneran, bandora 5G dê bilezên daxistinên zêde dibin û belbî, bi derketina holê ya înternetê re ragihandina tiștan herî ji zû de bi sînor be.

    Artêşa girêdanên caxên nanqelandinê

    Helbet, pirbûna cûreyên tor û cîhazan en-vestîsmanên pir mezin û șerê kișûmatî ji bo bidestxistina bazarê dixwaze. Lê Huawei û 5G bitenê alîyê xuya yê çîyayê qeșayê ne. Li paș perdeyê șer û pevçûneke aborî û je-opolîtîk yê hîn berfirehtir heye ku tê de çînî han didin ku li hemberî amerîkîyan avantajê bi dest bixin. Heke 5G yên dawîyê dixe nav ew çend tengasîyê, mana xwe lehengekî wan tuneye ku bișînin enîya șerî. Ewropa xwe hîn sakîntir nîșan dide, ji ber ku li ber destê wê techîzat –Nokia û Ericsson– hene.

    Êrîșa Waşîngtonê ya li dijî teknolojîya bilind a Çînê li baweșînka berfireh a șîrketên, ji tec-hîzatî ZTE (xwedîtîya dewletê û 5Gya ku li ser saheyê hîn jî pir aktîf e) heta bighê WeC-hat, TikTok û gelekên din ku baș nayên nas-kirin dide. Le Huawei bê minaqeșe armanca pêșîn e, ji ber ku di çavên Qesra Sipî de, di eslê xwe de nûnerayetîya Çîneke bêwijdan dike, ku Dewletên Yekbûyî bêrawestan sûcên wê yên giran li Hong-Kong, li herêma xweser ya Xinjiang, li derya bașûr(2)ya Çînê û hwd. mahkûm û ceza dike. Heta wê radeyê ku Birêz Donald Trump șîrketê bi yek ji wan nasnavên piçûk ku jê hez dike bi nav dike: «Casûs» («The Spyway»).

    Wekî ji Buroya oval tê dîtin, Huawei temsî-la van serketinên neheq dike ku dinya jî bi neheqî li wan wekî serketinên bazirganî yên hêja dinêre. Ew mafên xwedîtîya entelektu-elî bin pê dike, pișkdarên xwe yên kar dike despot, ji alîkarîya comerdane ya dewletê sûdê werdigre ku bihayên xwe kêm bike û rikeberên xwe bipelixîne. Bi avakirina torên teleragîhandinê li welatên bașûr, ew di nav têkilîyeke girêdayîbûnê ya kûr de derî li ser wan digre, bi vî awayî jî beșdarî «dîplomasî-ya deynkirinê» ya Pekînê, bi taybetî jî bi rîya projeya wê ya «rîyên nû yên hevrîșim» dibe. Ji vê jî girîngtir, Huawei dê berhemên xwe bi «derîyên dizî» (backdoors) techîz bike da derfetê bide rejîma Çînê ku çalakîyên xwe yên çavdêrîyê berfirehtir bike. Heke em ji rexnegirên herî bîrkûr bawer bikin, șîrket dê di demeke nêzîk de karibe sarincok û nanqemirênên me yên bi 5Gyê ve girêdayî jî bizîvirîne hemberî me.

    Bi desteka van rexneyan, gelek caran bah-

    Evgeny Morozov*____________

    Di berbanga bicihkirina wê de, telefona mobîl a nifşê pêncan –5G– bi xwe re qederek pirsên têkildarî tesîra wê ya li ser hawîrdor, tendirustî û hê bingehîntir, pirsên têkildarî pêşketinên teknolojîk ên derveyî kontrolê,

    bi gewde dibin. Lê belê «lîstîka mezin» a 5G herweha li ser qada jeopolîtîk, li pişt perdê, bi pevçûnên berdewam ên her diçe dijwatir ên

    navbera Dewletên Yekbûyî û Çînê tê lîstin.

    «WÊ KÎ VENÊRÎNA TEKNOLOJÎYÊN ÎNTERNETÊ BIKE?»

    Cenga jeopolîtîk li derdora 5G

    7

    JONATHAN LASKER. – « If Losers Be Winners » (Eger Binketî Serketî bin), 2005 COURTESY GALERIE THADDAEUS ROPAC, LONDRES, PARIS, SALZBOURG

  • 8 ÇIRîYA PÊŞîN 2020 • Le Monde diplomatique kurdî

    sa qanûna neteweyî ya di warê îs-tixbaratê de ku ji alî Pekînê ve di 2017an de derketibû û ku gelek ca-ran li ser șîrket (û li ser welatîyan jî) ferz dikir ku hevkarîyê li gel des-thilatdaran bikin û heke daxwaz ji wan bê kirin agahdarîyê bidin wan. Sedemeke din a endîșeyê: lezandi-na «tevlihevkirina sivîl û eskeran», handaneke ku armanca wê hêsan-kirina têkilîyên di navbera sektora teknolojîyan û artêșê de bû… ku ji mînaka amerîkanî(3) îlham di-girt. Huawei, ji hindava xwe de, li tawanbarîyên casûsîyê bi awayekî net dide mandelê û destnîșan dike ku hikûmeta Çînê dê rîska têkdana îtibara wê û krêdîya wê ya navne-teweyî negire.

    Wekî bûye adet, îdiayên birêve-berîya Trumpî xwe dispêrin delîlên pir lawaz, heta gelek caran tune. Lê dîsa jî vê yekê rê li ber negirt, ku li rîya komkirina gelek welatên dost; bi taybetî yên wekî Qiralîyeta Yek-bûyî, Fransa, îtalya û gelek welatên Ewropaya rojhilat di nav seferên xwe yên xaçperestîyê de bigere û wan «gijbike» ku Huaweîyê ji torên xwe yên 5Gyê dûr bikin – zextên aborî û dîplomatik ên ku Wezareta karên derve bi rîya balyozên xwe bi awayekî sergirtî pêkanîn pir xurt bûn. Û ew li ser hemî kișweran bi heman awayî pêk hatin. Piștî çalakîyên lobîyê yên çir û pir ên Wezîrê karê derve Mike Pompeo, hikûmeta Şîlîyê mecbûr bû ku bir-yara derkirina Huaweîyê ji projeya xwe ya kabloyên bin deryayê ya ji Pasîfîkê wêde bide. Li Hindistanê, ku Huawei li gelek cihan amade ye, Serokwezîr Narendra Modî li ser tercîha erê yan na ya tedarikerîya Çînê, piștî pevçûnên dijwar ên li ser sînor, wekî amûreke bersivdana Pekînê dijdilîze. Tevî ku tu qedexe-kirin a fermî nehatibû ragihandin jî, Delhîya Nû serîlêdana șîrketeke neteweyî pêșbînî dikir, ku ew jî Re-liance Industries bû.

    Her çend Qiralîyeta Yekbûyî, di vê dema Breksitê de hinekî tizîya be jî, bi ferzkirina derkirina hemî teda-rikerên Huaweîyê yên heyî ji niha û heta 2027an li ser operatorên xwe yên telefonên destan derbeke mezin, di tîrmeha bihurî de, li Hu-aweîyê da. Vê biryarê ev welatê ku baskêșa stratejîya ewropî ya komê pêk tanî û Londraya ku mêvan-darîya navenda wê ya herêmî dikir tevde pir șaș kir. Herweha dîsa li Qralîyeta Yekbûyî bû, ku Huaweiê, di 2010î de, bi hevkarîya servîsên îstixbaratê yên Birîtanî, navendeke nirxandinê ya sîberewleyîyê (Hu-awei Cyber Security Evaluation Centre, HCSEC) ya ji analîz û da-girtina valahîyên ewleyîyê yên di torên wê de hatine dîtin berpirsîyar vekir. Lê mixabin giranîyeke van têkilîyên baș li hemberî tehdîdên Waşîngtonê û rexneyên Partîya Mihafezekar, ku di nav refên wê de grûbeke parlementerên berberîya Çînê –modaya mezin a wê demê– dikir ava bûbû, nebû.

    Yekîtîya Ewropî, nikaribû sîyasete-ke hevbeş di derheqê 5Gyê de pêk bîne, ji ber ku pirs di çarçoveya ewleyîya neteweyî de hate gotûbêj-kirin, warekî ku welatên endam tê de xwedî desthilat nebûn. Heke ji alî sîyaseta pîşesazî û têkilîyên nav-neteweyî ve bihata gotûbêjkirin dê hîn baştir bûna. Hûteke ewropî ya bêhempa di warê 5Gyê de, zaro-ka Nokia û Ericssonê, divîya bi vî awayî bihata subvansekirin û bi misyona wekhevkirina Huawei di warê L&Pyê de ji dayik bûbûna. Meriv dikare bikeve şikê ku tişt bi vî alîyî de pêş dikevin, her çend ku

    Komîsyona Ewropî, di bin zexta fransiz û almanan de, di demên dawîn de hewes kiribe dev ji hobî-ya xwe -reqabetê- berde ku çarço-veya wê ya jeoaborîyî hisab bike.

    Almanya, welatê Ewropa yê bitenê yê ku hîn plana xwe ya 5Gyê eșkere nekiribû, soz da ku vê meselê di payiza 2020î de hal bike. Çîna sî-yasî di vê pirsê de par vebûbû û heta bi partîya Xanim Angela Mer-kelê jî ji hev çirvirî bû. Dîplomatên amerîkî yên li Berlînê kar dikirin, çi carî derfeta bibîranina mixeta-bên xwe, ya ku xweșbînîya wan a li hember Huawei dikare li wan bi çi bibe mal, ji dest bernedidan.

    Dîplomasîya deyndarîyê

    Heke, di nav destana ku Birêz Trump nivîsîye de, șîrketa Shen-zhen nûnerayetîya «komunîzma hevkar» a Çînê bike jî, fenomena Huaweîyê gazîya xwendinên din dike. Yek ji yên herî zêde ku dikeve serê meriv a ku aborînas Yun Wen pêșnîyar dike ye. Her çend ku wekî pisporekî jîr ê kitekitên jeosîyasetê bê dîtin jî, li paș welweleyên se-rokê niha yê șîrketê Birêz Zheng-fei, heza wî ya aforîzmayên maoîst û meylên wî yên neteweperest hene. Birêberayetîya wî, Huaweîyê li herêmên herî zor cihê xwe çê-kir –li çolterên Çînê ji salên 1990î virde, pașê li hin welatên Bașûr ku perspektîfên karê lawaz bûn– wî ew di pirê re derbas kir ku karibe êrîșî bazarên bêtir hêvîdidan bike. Di çarçoveya ku Çînê, li Afrîkayê û li Amerîkaya Latîn çeng û baskên xwe berfireh kirin de, Huaweîyê û hemwelatîya wê ZTEyê li ser vê bingehê cihên xwe çêkirin û torên xwe ava kirin, ev şantîye bi awa-yekî neyekser ji krêdîyên ku Pekîn dide hikûmetên herêmî ji bo alî-karîya wan bike ku projeyên me-zin ên jêrxana aborî fînanse bikin, îstifade dikin. Li gor Yun Wen(4), di rewşên wekî ya Huaweîyê de, dê bitenê encamên neyînî yên vê dîplomasîya deynkirinê hebin. Ne bitenê hatinîya ji alî şîrketê ve li welatên Başûr hatîye bi dest xistin li gor bazarên din dê mitewazî be,

    lê pêşketina wê ya li van herêman, ku heta dereceyekê ji ber fikra «en-ternasyonalîzma dinya sêyem» a ji bo Mao biqîmet bû pêk tê, derfeta perwerdekirina jimareyeke girîng a endazyar û teknîsyenên kalîfîye li ser sahê da.

    Dewletên Yekbûyî, hîn berî sero-kayetîya Birêz Trump û heta ya Birêz Barack Obama jî, her tim ji bo Huaweîyê herêmeke birîskên mezin pêk anîye. Di 2003yan de, tedarikerê çînî ji alî reqîbê xwe yê amerîkî yê wê demê, Cisco ve, bi sedema binpêkirina mafê paten-tê hate mehkemekirin. Li pey vê lihevnekirinê dê gelekên din pêk bihatana. Piştî ku dît hemî sten-dina hiseyan kontrola di şîrketên Amerîkî de lê hate qedexekirin, Huawei dikaribû bi rastî jî îro ka-pasîteya xizmeta mişterîyên xwe bixwe û berhemên nû li Dewletên Yekbûyî bidana destpêkirin, wenda bikira. Ji destpêkê de, tawanbarî-yek wekî dubarekirinekê hate ro-jevê: Huawei dê mil bi mil bi artêșa Çînê re bixebitîyana. Di 2011an de, tevî mueyîdeyên Amerîkayê yên li dijî vî welatî li kar, daxu-yanîyeke Wall Street Journalê (27ê çirîya pașîn) radighand ku șîrket bi îranê re bazirganîyê dike û vê jî dosya wê girantir kir. Ji 2013an de, Huaweîyê ragihand ku ew ê xwe ji erda Amerîkayê vekișîne û hebûna wê ya li Washingtonê, ji niha û pê ve tê mana artêșeke lobîkaran.

    Meriv dikare bi awayekî bi-heq ji xwe bipirse çima, guleyên pêșîn berî niha bi 17 salan hatin reșandin, lê seferberîya amerîkî ya li dijî Huaweîyê bitenê niha gur dibe. Di dawîya 2018an de, hikûmeta amerîkî emrê girtina keça Birêz Zhengfei, Xanim Meng Wanzhou, birêvebera dravî ya Hu-aweîyê, dema molayeke balafira wê li Kanadayê da. Ji wê demê pê ve, Waşîngtonê biryara mueyîdeyên giran da ku komê hilweşîne. M. Trump xwest ku fonên xaneniş-nîyê yên fermî yên hikûmetê li şir-ketên Çînê envestîsmanên xwe ne-kin. Taşeronên Dewletên Federal divê îsbat bikin ku çi têkilîya wan a

    bazirganîyê bi Huaweîyê re tuneye. Heke em bên ser şîrketên çînî yên di Borsaya Dewletên Yekbûyî de lîstekirî, ji bo ku hisabên xwe be-yan bikin û her têkilîyeke xwe ya bi hikûmeta Pekînê re dîyar bikin, hişyarî hate dayin. Gelek faktorên aborî û jeopolîtîk tên bal hev ku êrîşa Waşîngtonê ravebikin.

    Di warê jeopolîtîk de, daxu-yanîyên Birêz Edward Snowden ên di 2013an de, li ser çalakîyên Ajansa Neteweyî ya Ewleyîyê (Na-tional Security Agency, NSA) ya amerîkî, wekî ku Yun Wen jî ra-dighêne elametên enteresan in. Di 2010î de, bi navê «operation Shot-giant», NSA serverên Huawieyê ji bo du armancan hack kir: yek dîtina şopên têkilîyên mihtemel ên şîrketê bi artêşa çînî re, –li gorî ku çi belge neketin destê medyayê, dîyar e ku nêçîr bi ser neketîye– û ya din tesbîtkirina dosyayên ew-leyîyê yên techîzatên wê bû da ku derfet bidana servîsên îstixba-ratê yên amerîkî ku hin dewletên mişterîyên wê, yên wekî îran yan jî Pakîstanê îspîyon bikin. Di nav belgeyên ji alî Birêz Snowden ve hatin belavkirin de, NSA nîyetên xwe venaşêre: «Piranîya armancên me bi alîkarîya cîhazên Huaweîyê çêkirine ragihandina xwe pêk tînin. Em dixwazin dilê xwe dicîh xin ku em van berheman baş nas dikin da ku em karibin wan bi kar bînin û xwe bighînin xetên wan» Birêz Guo Ping, serokê Huaweîyê yê bidorê, wê gavê șiroveyeke biaqilî kir: «[Huawei] sitrîyeke di binê pîyên Washingtonê de, lewra rê li ber